Şehîdê Efrînê Qehreman Cûdî hate bibîranîn

Li Girkê Legê Qehreman Cûdî (Remedan Biço) ku 11’ê Adarê di Berxwedana Serdemê ya li Efrînê de şehîd bûbû, bi merasîmekê hate bibîranîn.

Merasîma bibîranînê li Meclîsa Malbatên Şehîdan bi merasîmeke leşkerî dest pê kir.

Di merasîmê de Hevserokê Meclîsa Avaker a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Mensûr El-Selum axivî û sersaxî ji malbata şehîd Qehreman re xwest û wiha got; “Em weke gelê Bakurê Sûriyeyê divê bi hev re li beramberî hemû êrîşan bisekinîn. Em kesên ku piştgiriyê didin Erdoganê faşîst şermezar dikin û ji cîhanê de dibêjin serketin ya me ye.”

Xwişka şehîdê Hêzên Asayîşê Elîf Biço jî axivî û wiha got; “Eger em azadiyê dixwazin divê em ji bîr nekin ku dijminê me êrîşî me dike. Em soz didin ku heya dawiyê em ê li ber xwe bidin û em ê Efrînê bi tenê nehêlin.”

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.