ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
YPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
YPG'ê nasnameya 2 şervanên xwe yên li Hesekê û Dêra Zorê şehîd bûn eşkere kir. -
YPG: Operasyona artêşa Tirk a dagirker negihişt armanca xwe
YPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 2’ê Nîsanê de li Raco û sêgoşeya Bilbilê, Şera û Mabetayê operasyonek li dar xistiye û ev operasyon negihiştiye armanca xwe. -
Gelên Minbicê: Dewleta Tirk jî mîna DAÎŞ'ê ye, em wan jî naxwazin
Gelên Minbicê piştî ku ji zilma DAÎŞ'ê rizgar bûn, dest bi çêkirina şehîdgehan kir. Gelên Minbicê nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk dan û gotin, "Dewleta Tirk jî mîna DAÎŞ'ê ye, em wan jî naxwazin." -
Li Qamişlo û Kobanê cenazeyê 3 şervanên YPG’ê spartin axê
Bi hezaran welatiyên Dêrikê û Girkê Legê cenazeyê şervanên YPG’ê Mihemed Silmiyê û Rizgar Amed bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik spartin axê. Welatiyên Kobanê jî cenazeyê şervanê YPG’ê Riyad Coban bi merasîmekê spartin axê. -
Li Reqayê ji ber êrîşekê 17 kes birîndar bûn
Li Reqayê, duh bi şev saet 22'an du kesên ku li motorsîkletê siwar bûbûn êrîşeke bombeyî kirin. Ji ber êrîşê 17 kes birîndar bûn. -
'Bila Şehba weke herêma ewle bê ragihandin'
Rêveberiyên Efrînê û Şehbayê ji Neteweyên Yekbûyî dixwazin ku li dijî gefên dewleta Tirk, Şehbayê weke 'herêma ewle' ragihîne. -
Li Efrînê wesayiteke artêşa dagirker hate rûxandin
Şervanên YPG/YPJ'ê danê êvarê li navenda Efrînê wesayiteke artêşa Tirk a dagirker rûxandin. Hemû leşkerên di wesayitê de hatin kuştin. -
Cenazeyê şehîd Azad bi merasîmekê hate veşartin
Cenazeyê Şervanê QSD’ê Ednan Ehmed (Azad) ê ku di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûye, ji aliyê sedan şêniyên bajarê Reqayê ve bi merasîmekê ve hate veşartin. -
Li Şerayê li çeteyan hate xistin: 7 çete hatin kuştin
Şervanên YPG/YPJ’ê li Şerayê li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê ya çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de 7 çete hatin kuştin. -
Alîkarîyên ji bo Efrînê hatibû komkirin, gihişt Efrîniyan
Alîkariya gelê herêma Cizîrê û Heyva Sor a Kurdistanê ya ji bo welatiyên Efrînê gihişt Şehbayê. -
Hêzên Asayîşê nasnameya 6 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşa Rojava-Bakurê Sûriyeyê nasnameya 6 endamên Asayîşê eşkere kir yên ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn. -
Yên ji Gûtayê hatin tehliyekirin, li Efrînê bi cih dikin!
Bi navbenykariya Tirkiyeyê komên selefî, çete û malbatên çeteyan yên ji Gûtaya Rojhilat hatin tehliyekirin, li Efrînê bi cih dikin. -
Li ser dîwarên li Efrînê nivîsa ‘DAIŞ li vir e’ hate nivîsin!
Li Efrînê ya ku dewleta Tirk dagir kiriye, çeteyên DAÎŞ’ê lê hene. -
‘Heta ku em dagirkeriyê bi dawî bikin em ê têbikoşin’
Dr. Şêx Osman li ser dagirkireriya dewleta Tirk a li ser Efrînê û qonaxa duyemîn a Berxwedanê axivî û got, ‘’Heta ku dijmin li Efrînê be em ê wan rehet nehêlin. Heta ku em dawî li dagirkeriyê bînin em ê têbikoşin.’’ -
YPG’ê li Şera li dagirkeran xist: 30 çete hatin kuştin
Şervanên YPG/YPJ’ê li navçeya Şera ya Efrînê li dijî hêzên dagirker çalakî li dar xist. Di çalakiya şervanan de herî kêm 30 leşker û çete hatin kuştin. -
Li Bilbilê çalakî: 4 leşker hatin kuştin, 3 birîndar bûn
Şervanên YPG/YPJ’ê li Bilbilê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî pêk anî. Di çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. -
Cenazeyê 8 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ spartin axê
Bi hezaran welatiyên Efrînê cenazeyê 8 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê bi merasîmeke bi heybet li navçeya Ehrezê spartin axê. Di merasîmê de nasnameya 11 şervanan jî hate eşkere kirin. -
Li Parlamentoya Belçîka rûniştina 'Efrînê'
Platforma Hevgirtinê ya bi Efrînê re ya Belçîkayê ji hêla Partiya Demokrat a Xiristiyan ve hate vexwendin û bi wekîlên Meclîsa Federal a Belçîkayê re rûnişt. -
YPG’ê nasnameya 6 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 6 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk eşkere kir. -
Rêveberiya Efrînê bang li Neteweyên Yekbûyî kir: Bi erka xwe rabe
Rêveberiya Xweser a Efrînê û Rêveberiya Kampa Berxwedanê, ji bo vegera gelê Efrînê ku ji ber zilma dewlet û çeteyên Tirk ji Efrînê derket, bang li Neteweyên Yekbûyî û raya giştî ya navneteweyî kirin. -
Gelê Efrînê heyeta Rûsyayê qewirand
Gelê Efrînê ku ji ber êrîşên dewleta Tirk neçar ma koçî Şehbayê bike, heyeta ji rayedarên Rûs a ku ji bo 'alîkariyê' hatibû kampê, qewirand. -
'Zarokên min wê bi rûmetdarî mezin bibin û tola bavê xwe hilînin'
Doha hevsera endamekî asayîşa Efrînê ye ku di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû. Dibêje: "Min soz da hevserê xwe. Ez ê zarokên xwe bi rûmetdarî mezin bikim û wê tola bavê xwe hilînin." -
‘Fransa wê li dijî dagirkirina Minbicê leşkeran bişîne’
Fransa ragihand ku wê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirkirinê wê leşkeran bişîne bajarê Minbic ê Rojava. -
YPG: Yek jê çawîşê pispor 3 leşkerên Tirk hatin kuştin
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê ragihand ku di çalakiyên roja Çarşem û Pênçşemê lidar xistin de, 1 jê çawîşê pispor 3 leşkerên Tirk hatine kuştin. Diyar kir ku li Efrînê çeteyên ku li ser malên dizî li hev nekirin li hev ketine. -
Koçberên Efrînî xwestin ku Şehba bibe 'herêma ewle'
Efrîniyên ku ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji cih û warê xwe bûne, tevî şert û mercên giran ên li herêma Şehbayê û gefên dewleta Tirk jî naxwazin axa xwe biterikînin. Efrînî dixwazin Şehba weke herêma ewle bê ragihandin.