Heyva Sor a Kurdistan: Em ê hemû derfetên xwe ji bo Efrînê seferber bikin

Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê ragihand ku ji bo gelên Efrînê bi tenê nemînin û pêdiviyên wan di asta herî baş de werin bicihanîn, wê hemû derfetên xwe seferber bikin.

Alîkariya Heyva Sor a Kurdistanê ji bo koçberên Efrînê didome. Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê ragihand ku wê hemû derfetên xwe ji bo Efrînê seferber bikin. Heyva Sor a Kurdistanê diyar kir ku ji roja destpêkirina êrîşên hovane li dijî Kurd, Ereb û Ermeniyên Efrînê, Heyva Sor a Kurdistanê 720 hezar Euro alîkarî gihandiye gel.

‘LI EFRÎNÊ 500 SIVÎL HATIN QETILKIRIN’

Ji 20’ê Çileyê ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hemû teknîka pêşketî, bi balafir, tank, top û hemû çekên giran li pêş çavên cîhanê bi hovane êrîşî bajarê Efrînê kir. Ji ber van êrîşan jî zêdetirî 500 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 1000 sivîl jî birîndar bûn.

Heyva Sor a Kurdistanê têkildarî alikariya ji bo Efrînê daxuyaniyek weşand û ev tişt diyar kir

“Di êrîşên dijwar ên dewleta Tirk û cîhadîstên wê de, gund, navçe û bajarê Efrînê hatin talankirin, bi sed hezaran Efrînî jî bê cih û war man. Ji roja pêşî ya êrîşa li dijî Efrînê saziya me Heyva Sor a Kurdistanê bi piştgiriya rêxistinên alîkariyê yên li Ewrûpa, Skandînavya, Kanada û Japonyayê dest bi alîkariya lezgîn kir

Bi slogana Kampanya Netewî a Mezin, saziyên me ên alîkariyê li gelek navendên cîhanî seferber bûn.Di çarçoveya xebatên me de weke gava pêşî ji bo peydakirina derman û pêdiviyên nexweşxaneyan, saziyên me 250 hezar Euro alîkarî gihand herêma Efrînê.

Di qonaxa duyemîn a kampanyayê de bi têgeha ku em ê nehêlin gelê Efrînê muhtacê bimîne, xebatên me hatin berferihkirin. Bi vê armancê ji bo bi deh hezaran Efrîniyên ku niha li herêma Şehbayê di nava şertên giran de dimînin, Heyva Sor a Kurdistanê bi buhayê 470 hezar Euro 15 hezar pakêtên alîkariyê amade kir.

Ev pakêtên alîkariyê ku giraniya wan 53 kîlo ye ji pêdiviyên jiyanê û alavên paqijiyê pêk tê.

Xebatkarên Heyva Sor a Kurdistanê ku herêma Cizîrê ya Rojava bi alîkariya saziya Heyva Sor a Kurd pakêt amade kirin û bi karwaneke mezin şand Şehbayê..

NÊZÎ 720 HEZAR EURO ALÎKARÎ HATE ŞANDIN

Bi vî awayî ji roja destpêkirina êrîşên hovane li dijî Kurd, Ereb û Ermeniyên Efrînê, Heyva Sor a Kurdistanê 720 hezar Euro alîkarî gihandiye gel.

Weke rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê em radighînin ku ji bo gelên Efrînê bi tenê nemînin û pêdiviyên wan di asta herî baş de werin bicihanîn, em ê her derfetên xwe seferber bikin.

Li ser vî esas, em careke din bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Ewrûpa û her devera cîhanê dikin da ku beşdarî Kampanya Netewî a Mezin bibin û destê alîkariyê dirêjî gelên Efrînê bikin.”