Roj bi roj, komkujiyên ku rejîma Erdogan li Efrînê kiriye

Ji 20'ê Çileyê ve di êrîşên dagirkirin û qirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê de li Efrînê zêdeyî 300 sivîl hatin kuştin, hezar 200 sivîl jî birîndar bûn. Piraniya wan jin û zarok in.

Di êrîşên dagirkirin û qirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê de li Efrînê zêdeyî 300 sivîl hatin kuştin, hezar 200 sivîl jî birîndar bûn. Tevî vê yekê jî berdevkê hikumeta Tirk Bekîr Bozdag duh di civîneke çapemeniyê de îdîa kir ku li Efrînê xwîn ji bêvila sivîlekî jî nehatiye.

Bozdag hewl dide sûcên şer ên rejîma xwe veşêre, lê belê hemû sûcên şer ên ku dewleta Tirk û çeteyên wê yên El Qaîdeyê ji 20'ê Çileyê û pê ve kirin yek bi yek hatin qeydkirin û bûn rapor. Heyva Sor a Kurd, Konseya Tenduristiyê ya Kantona Efrînê, Nexweşxaneya Avrînê, Komeleya Mafên Mirovan a Rojava û Asayîşa Efrînê, hemû sivîlên di dema êrîşka mêtingeriya Tirk de li Efrînê hatin kuştin, yek bi yek qeyd kirin.

Rêxistinên mîna Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî li ser sûcên şer ên dewleta Tirk rapor amade kir. Tê gotin, raporên ku ji aliyê saziyên Efrînê ve li ser sûcên şer ên dewleta Tirk hatine amadekirin wê pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî (NY) û dadgehên navneteweyî bên kirin.

Li gorî daneyên Desteya Tenduristiyê ya Kantona Efrînê, di 52 rojên êrîşên dagirkeriyê de 232 sivîl hatin kuştin ku 35 ji wan zarok in, 29 jî jin. 668 sivîl jî birîndar bûn, 90 ji van zarok in, 100 jî jin in. Di meha duyemîn a êrîşan de hejmara sivîlên şehîd gihîşt 300'î, birîndar jî hezar û 200 derbas kir. Lê belê hejmara înfazên ku dewleta Tirk li navenda bajarê Efrînê kiriye baş nehate zelalkirin.

ANF'ê beriya niha nav û nasnameyên sivîlên di demên cuda de hatin kuştin bi belgeyan eşkere kiribû û herî dawî li ser sivîlên li navçeyan hatibûn kuştin belge û wêne weşandibû. Piştî ku Bekîr Bozdag got, "xwîn ji bêvila sivîlekî bi tenê jî nehatiye" em jî çend ji komkujiyên ku bi destê mêtingeriya Tirk li Efrînê hatiye kirin diweşînin.

20'Ê ÇILEYÊ

Nav paşnav: Feyza Bedir El Hisên
Cih: Meryemin
Temen: 24

21'Ê ÇILEYÊ

Nav paşnav: Daryana Mihemed Sido (birîndar)
Cih: Edema
Temen: 15

22'Ê ÇILEYÊ

Nav paşnav: Şeyik Murad
Cih: Şiyê
Temen: 70

22'Ê ÇILEYÊ

Nav paşnav: Samî Mihemed Huseyin û Maraat Nûman
Cih: Meryemin
Temen: 16 û 17

23'Ê ÇILEYÊ

Nav paşnav: Maaz Horo Şêxo
Cih: Cindirêsê
Temen: -

24'Ê ÇILEYÊ

Nav paşnav: Şêro Welid
Cih: Hec Xelîl / Raco
Temen: 17

24'Ê ÇILEYÊ

Nav paşnav: Ebdulqadir Menan Hamo
Cih: Cumê /Şera
Temen: 50

28'Ê ÇILEYÊ

Nav paşnav: Ebdullah Mihemed Kino
Cih: Kokebê / Şêrawa
Temen: 4

28'Ê ÇILEYÊ

Nav paşnav: Hasan Ebdulah Kano (5 kesên ji heman malbatê hatin kuştin)
Cih: Edema
Temen: 12

29'Ê ÇILEYÊ

Nav paşnav: Ebdulah Kino
Cih: Qubê
Temen: 50

30'Ê ÇILEYÊ

Nav paşnav: Nasibe Reşîd
Cih: Hesen / Raco
Temen: 60
 
31'Ê ÇILEYÊ

Nav paşnav: Arhat Ehmed Eliko
Cih: Torna
Temen: 9

2'Ê SIBATÊ

Nav paşnav: Mihemed Mihemed Horo (birîndar)
Cih: Xalîlçe
Temen: 17

4'Ê SIBATÊ

Nav paşnav: Ehmed Mihemed Horo
Cih: Zeytûnakê
Temen: 77

5'Ê SIBATÊ

Nav paşnav: Emine Xelil Horo
Cih: Kotana / Bilbilê
Temen: 70

6'Ê SIBATÊ

Nav paşnav: Rifet Celûsî
Cih: Corkê/Şera
Temen: -

8'Ê SIBATÊ

Nav paşnav: Ferhad Ibêş
Cih: Ramadi/Şiyê
Temen: 50
 
9'Ê SIBATÊ

Nav paşnav: Mehmud Bader Dermeş
Cih: Cindirêsê
Temen: 10

11'Ê SIBATÊ

Nav paşnav: Heyder Mihemed Elî (birîndar)
Cih: Derwiş / Şera
Temen: 56

13'Ê SIBATÊ

Nav paşnav: Fehima Hemada û Temenar Hemûdê
Cih: Hika
Temen: 45

14'Ê SIBATÊ

Nav paşnav: Ruha Ehmed Mihemed (birîndar)
Cih: Mehmudiye/Efrîn
Temen: 10

16'Ê SIBATÊ

Nav paşnav: Abdulrahman Sakar
Cih: Yalangozê
Temen: 50

19'Ê SIBATÊ

Nav paşnav: Heyfa Mihemed Kalaho
Cih: Basûtê / Şêrawa
Temen: 13

22'Ê SIBATÊ

Nav paşnav: Ebdulrezaq Mihemed Îbrahîm (birîndar)
Cih: Cindirêsê
Temen: 45

25'Ê SIBATÊ

Nav paşnav: Mihemed Omer Hemo (birîndar)
Cih: Celemê
Temen: 48

26'Ê SIBATÊ

Nav paşnav: Raşid Abdulhenan Sîdo
Cih: Berkêşa/Bilbilê
Temen: 43

1'Ê ADARÊ

Nav paşnav Hebibe Xelil Mihemed
Cih: Meydankê
Temen: 40

5'Ê ADARÊ

Nav paşnav: Diyana Gazi El Saleh
Cih: Firêriyê/Cindirêsê
Temen: 3 mehî

10'Ê ADARÊ

Nav paşnav: Naqîb Şeyko
Cih: Termişa/Şiyê
Temen: 55

10'Ê ADARÊ

Nav paşnav: Mihemed Mihemed Xelil
Cih: Heyat/Raco
Temen: 55

16'Ê ADARÊ

Di êrîşên dijî navenda Efrînê de 21 sivîl hatin kuştin ku jin û zarok jî di nav de hebûn. Zêdeyî 50 sivîl birîndar bûn.

Hûn dikarin rapora Meclîsa Tenduristiyê ya Kantona Efrînê ji vir peyda bikin.

Efrîn Kantonu Sağlık Konseyi by Anonymous 7KbRaf on Scribd