Leşkerên Tirk berê êşkence lê kir piştre jî gule lê reşand!

Artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê Bakur û Rojava berê êşkence bi ciwanê bi navê Abdulfetah Fehmî ê ji Qamişlo kir. Leşkeran piştre jî Fehmî kêr kirin û gule li wî barand.

Abdulfetah Fehmî (18) ê ji taxa Qidûrbekê ya bajarê Qamişlo berî 3 rojan ji bo kar, ji Rojava derbasî Bakur dibe.  Leşkerên Tirk Fehmî li ser sînor digirin.

Piştî ku leşker êşkenceyeke giran li wî dikin, kêran li wî didin û guleyan lê direşînin.

Piştî qetilkirinê dewleta Tirk a dagirker nahêle cenaze bistîne û Fehmî li Nisêbînê li Goristana Bêkesan tê veşartin.

Birayê Abdulfetah Fehmî, Ehmed Fehmî anî ziman ku leşkerên Tirk piştî ku birayê wî qetil kirine bi cenazeya wî leyîstine da ku neyê naskirin.

Cenazeyê Abdulfetah Fehmî 3 rojan di nava destê leşkerên Tirk de dimîne. Piştî ku cenaze radestî xizmên Abdulfetah Fehmî yên li Bakurê Kurdistanê dikin, leşker nahêlin ku kes li cenaze binihêre.