Cenazeyê şervanê YPG’ê Berzan spartin axê

Li navçeya Tirbespiyê bi tevlîbûna sedan welatiyan ve cenazeyê şervanê YPG’ê Dara Berzan (Xalid Tirbespiyê) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilşêr spartin axê.

Bi tevlîbûna sedan welatiyên Tirbestpiyê ji bo şervanê YPG’ê Dara Berzan (Xalid Tirbespiyê) ê dema li ser erka xwe bû di encama qezaya trafîkê de şehîd bû merasîmekê li Goristan Şehîd Dilşêr spartin axê.

Li goristanê merasîm bi deqeyeke rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Fermandarê YPG/YPJʹê Amed Serhed axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got:ʺYekîneyên YPG/YPJʹê ji gelê Bakurê Sûriyê hatin avakirin. Van yekîneyan ji bo parastina gelê xwe û welatê xwe bedelên mezin dane. Em soza şopandina riya şehîdan û domandina têkoşînê didin.ʺ

Ji Meclîsa Malbatên Şehîdan Roşan Mihemed jî got: “Di Meclîsa Mabatên Şehîdan de xwîna tevahî gelên Bakurê Sûriyeyê heye.”

Di axaftinên li ser navê malbata şehîd jî hate kirin hate gotin ku bi şehîdbûna zarokên xwe serbilind in, wê şopdarê rêya wan bin.

Piştî ku nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê kir û şûnde cenazeyê şehîd bi dirûşma “Şehîd Namire” û tilîliyên dayîkan spartin axê.