Ji nava kavilên Reqayê Partiya Sûriyeya Paşerojê ava bû

Partiya Sûriyeya Paşerojê ku hemû gel û baweriyên li Sûriyeyê di nava xwe de vedihewîne, hem dixwaze aloziya li Sûriyeyê çareser bike, hem jî bibe temsîlê civaka Sûriyeyê li tevahiya cîhanê.

Di dema şerê Sûriyeyê de bi dehan tevger, dezgeh, kom û partiyên siyasî ava bûn. Lê ev hemû partî an olperest an neteweperest an jî herêmî bûn. Li Reqayê ji van hemû partî û rêxistinan cudatir partiyek ava bû.

Kongreyê Damezrîner a Partiya Sûriyeya Paşerojê roja 27'ê Adarê li bajarê Reqayê bi dirûşma "Sûriyeyeke demokratîk, pir rengî, ne navendî" bi beşdariya delegeyên ji pêkhateyên Ereb, kurd û Suryan pêk hat.

Partiya ku bi coş û biryardariyeke mezin ava bû hewl dide hemû beşên civaka Sûriyeyê di nava xwe de vehewîne û ji bo dawîkirina şer û kêşeyên civakî çareseriyên cîddî, mezin û bi bandor peyda bike.

Yek ji damezrînerên partiyê Merwan Fitêh ji ANF'ê re axivî û işaret bi valahiyên salên dawî yên di warê siyasî de kir.

Fitêh got, "Her dem gavên leşkerî li pêş bûn. Lewma me jî tevî hin rewşenbîr û welatparêzan pêdivî pê dîtin ku em welatê xwe ji vê aloziyê derbixîn. Ji ber vê jî îro me ev partî damezirand."

Merwan Fitêh li ser sedema ragihandina partiyê li Reqayê got, "Li Reqayê rengê tarî hate şikandin. Me hewl da di nav vê wêraniyê de, ji nav kavilan ji bo gelê Sûriyeyê rêyên çareseriyê biafirînin."

Fitêh herî dawî diyar kir, ti partî nîne ku hemû çînên civakê di nava xwe de vehewîne û got "Em jin, ciwan, ol, êl û olan temsîl dikin. Ya girîng jî asoya me ne teng e. Ez bawer im ew ê partiya me karibe di cîhanê de temsîla civaka Sûriyeyê bike.”