QSD’ê li Reqayê yekemîn Alaya Leşkerî ava kir

Li Reqayê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) yekemîn Alaya Leşkerî ya bi navê Îlan Kobanê ku ji 2 tugayên leşkerî pêk tê ava kir.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li gundê Marodê yê dikeve bakur rojhilatê bajarê Reqayê bi beşdarbûnê rûspiyên Reqayê, malbatênşehîdan û fermandarên QSD’ê Alaya Şehîd Îlan Kobanê bi merasîmekê leşkerî ragihand.

Merasîm ji bo bîranîna şehîdên azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpêkir. Piştre Fermandarê QSD’ê Loqman Xelîl axivî û wiha got; “Hemû gelên Bakurê Sûriyeyê ji bo rizgarkirina herêmên xwe ji terorê bedelên giranbûna dan. Divê şervan li gorî berpirsyariyên xwe rabin û axa welatê xwe biparêzin.

Bi navê rûspiyên Reqayê, şêx Mihemed Dîb axivî, avakirina Lîwaya Şehîd Îlan Kobanê pîroz kir û got ku armanca avakirina vê alayê parastina gel e.

Mihemed da zanîn ku dagirkeriya Tirk dixwaze fitneyê bixe navbera gelên Bakurê Sûriyê de derbixe û wiha domand; ʺEm ji dagirkeriya Tirk re dibêjin ku QSDʹê Reqa ji zilma DAIŞʹê rizgar kiriye. Wê bajarê zeytûnan  Efrînê jî ji dagirkeriya Tirk û çeteyê wê were rizgarkirin.ʺ 

Di dawiyê de şervanan sonda leşkerî xwendin û gotin ku ew amade ne li hember êrîşên dijmin şer bikin.

Şehîd Îlan Kobanê roja 8’ê Adara 2018’an li Cindirêsê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiya fedayî lidarxisitbû. Şehîd Îlan Kobanê bi çalakiya xwe ya fedayî bûbû yek ji sembolên Berxwedana Serdemê.