Li Dêra Zorê ji bo Efrînê kampanya hevgirtinê dest pê kir
Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê ji bo Efrîniyên ku ji ber êrîşên dagirker ên dewleta Tirk neçar man ku koç bikin, dest bi kampanya hevgirtinê kir.
Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê ji bo Efrîniyên ku ji ber êrîşên dagirker ên dewleta Tirk neçar man ku koç bikin, dest bi kampanya hevgirtinê kir.
Nûnerê Meclîsê Ibrahîm Cuma derbarê kampanyayê axivî û sersaxî da malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê.
Cuma bal kişande ser têkoşîna şervanên Berxwedaan Serdemê û têkoşîna gel û got, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker berxwedan didome.
Ji bo gelê Efrînê jî, ku neçar man ji ber êrîşên Tirk bajarê xwe berdin, xwest ku her kes bibe alîkar.
Cuma bang li hemû gelên Bakurê Sûriyeyê û Sûriyeyê kir ku hemû ji bo Efrîniyan seferber bibin.