Ji bo penaberên Efrînê derman hate şandin

Piştî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê Efrînî derbasî herêma Şehbayê bûbûn û alîkariya destpêkê ya dermanan gihişt Efrîniyan.

Alîkariya dermanan a destpêkê gihişt Efrîniyên ku piştî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derbasî herêma Şehbayê bûbûn. Sê wesayîtên dermanan ku di serî de di bin pêşengtiya Heyva Sor a Kurd de ji bajarên Rojava û Bakurê Sûriyeyê, ji herêma Germiyan a Başûrê Kurdistanê hatibû komkirin li bajarokê Ehras ê Kantona Şehbayê teslîmî Nûnertiya Heyva Sor a Kurd ya Şehbayê hate kirin.

Endama Heyva Sor a Kurd û dermanfiroş Rîma Karmo ku derman û alavên tibî teslîm girt diyar kir ku cara destpêkê ye alîkariya derman tê kirin û wiha got; “Alîkarî ji bajarên Bakurê Sûriyeyê, herêma Germiyan û ji aliyê nûnertiya Heyva Sor a Ewropa ve hate şandin. 3 TIR derman gihişt destê me. 32 TIR alavên xwarin-vexwarinê, çil, balîf û kon hate şandin. Em spasiya hemû kesên ku gelê Efrînê bi tenê ne hiştin û alîkarî şandine dikin.”

Endamê Heyva Sor a Kurd Dr. Dilgeş Îsa ku bi karwanê wesayîtan ê derman re hatibû herêma Şehbayê  diyar kir ku alîkarî ji Bakurê Sûriyeyê û herêma Germiyan hatine komkirin û alîkarî wê bidomin.