Efrîniyên ku koçî Şehbayê kirine bi hêvî ne

Efrîniyên ku li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê ji warê xwe koç kirine, herçiqas li Şehbayê di nav şertên giran de dijîn jî dibêjin “Me ji bo vê axê gelek şehîd dan, hêja ye ku em ji bo axa xwe li ber xwe bidin.”

Dayîka bi navê Sewriya Nibîş a ji Efrînê balê dikişîne ser bazara hêzên navneteweyî ya li ser Kurdan dibêje “Berxwedan jiyan e.”

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, Efrîn dagir kirin, bi sed hezaran Efrînî li herêma Şehbayê di nav şertên giran de berxwedana xwe didomînin. Li herêma Şehbayê kon hatine vegirtin, li dibistan û kargehan gelek malbat bi hev re dijîn û soza xwe dubare dikin ku ew ê Berxwedana Serdemê bigihînin serfiraziyê.

DIKANA XWE DA PÊNC MALBATAN

Jina bi navê Ewîş Bekir a ku li bajaroka Ehresê ya kantona Şehbayê li dikanekê tevî pênc malbatan dimîne, diyar dike ku di şertên dijwar de dijîn û ew ê bi ser bikevin. Ewîş Bekir diyar dike ku alîkariya ku tê têra wan nake û got, “Alîkarî tê, lê têr nake. Nifûs gelekî zêde ye. Sermesele nan tê belavkirin lê ev têr nake. Lê ew ê her tişt derbas bibe û em ê bi ser bikevin û ew ê xwîna şehîdan li erdê nemîne.”

KOÇA BI KURSIYA BI TEKER

Li dibistan û mizgeftên li Şehbayê gelek Efrînî hene. Di her poleke dibistanan de gelek malbat hene. Mistefa Kurdo yê ku di polekê de ligel du malbatên din dimîne jî diyar dike ku wî hevsera xwe ya berasteng bi kursiya bi teker ji Efrînê derxistiye û çend kîlometreyan meşiyaye. Mistefa Kurdo li  polekê hesîrek raxistine û bi betaniyekê berxwedana xwe didomîne.

BERXWEDAN JIYAN E

Hevsera Kurdo, Sewriya Nibîş jî dibêje ku, “Kurdan di dîrokê de gelek kişandine. Ez ji Erdoğan re tiştekî navbêjim. Gotina min ji Neteweyên Yekbûyî, Rûsya, DYA û Îranê re ye. Gelo hûn li ser Kurdan hesabên çawa dikin? Gelo çima we piştgirî dan vê dagirkeriyê? Gelo em Kurd, tu dostên me tune ye”. İbîş Berxwedêrên Serdemê silav dike û dibêje bi ‘Berxwedan jiyan e’ re em dikarin ji vê rewşê rizgar bibin.

‘PIŞTÎ KU ME EW QASÎ XWÎN DA…’

Fîdan Hebîn a ku li Ehresê li baxçeyekî konek vegirtiye jî diyar dike ku piştî êrîşên dagirker ên Tirkiyeyê ew ji gundê Basûtê yê Şêrawa koçî vê derê kiriye. Fîdan Hebîb dibêje ku ‘Piştî ku me ewqasî xwîn da, tu carî em ê axa xwe ji dewleta Tirk re nehêlin. Em ditengijin lê hêja ye ku em ji bo axa xwe li ber xwe bidin. Li ser me siyaseteke qirêj tê kirin lê ew ê serfirazî ya me be.”