YPG’ê nasnameya 2 şervanên xwe eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 2 şervanên xwe yên ku di encama qezaya trafîkê de şehîd bûbûn, eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 2 şervanên xwe yên ku di encama qezaya trafîkê de şehîd bûbûn, eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyanike nivîskî nasnameya 2 şervanên xwe ku di encama qezaya trafîkê de şehîd bûbûn, eşkere kir. YPG’ê sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re xwest.
Daxuyaniya YPG’ê wiha ye;
“Rêhevalê me Emar Dêra Zor û Xalid Tirbesipiyê ku li Qamoşlo û Şedadê dema bi erka xwe radibûn, di encama qezaya trafîkê de şehîd bûn.
Rêhevalên me Emar û Xalid sala 2017’an tevlî nav refên YPG’ê bûne û li ser bîrdoziya azadiyê xwe perwerde kirine. Rêhevalê me Emar ku ji herêma Dêra Zorê ye û eslê xwe Ereb e, ji bo rizgarkirina herêma xwe li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer bike bi destpêkirina Pêngava Bagera Cizîrê a rizgarkirina Dêra Zorê re tevlî bû. Di jiyana xwe ya kurt a şoreşgerî de gelek tişt hewandiye û bû mînak ji bo avakirina jiyana hevbeş a gelan.
Rêhevalê me Xalid jî ji navçeya Tirbesipiyê a girêdayî Qamişlo ji dayikbûye û malbateke welatparêz de mezin bûye. Di temenên xwe yê ciwantî de tevlî nav şoreşê bû. Di jiyanê de bi fedekartiya xwe dihat nasîn.
Em her du rêhevalên xwe yê şehîd bi rêzdarrî bibîr tînin û em dibêjin serê malbata wan û gelê me sax be. Em soz dikin ku ji bo pêkanîna xeyal û armancên şehîdan têkoşîna xwe geştir bikin.”
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye;
Nasnav: Emar Dêrezor
Nav û Paşnav: Mihemed El Siûd
Navê Dayikê: Maha
Navê Bav: Sibhî
Cihê Ji Dayikbûnê: Dêrezor
Cih û Dema Şehadetê: Şedadê / 2’ê Adara 2018’an
***
Nasnav: Xalid Tirbesipiyê
Nav û Paşnav: Dara Mihemed
Navê Dayikê: Şaha
Navê Bav: Hesen
Cihê Ji Dayikbûnê: Tirbesipiyê
Cih û Dema Şehadetê: Qamişlo / 25’ê Adara 2018’an