ANF li Til Rifatê ye: Artêşa Tirk û çeteyên wê lê xuya nakin
Derket holê ku nûçeyên medyaya Tirk û Rudaw TV a ku têkildarî ketina artêşa Tirk a Serokkomarê Tirk û komên çeteyên girêdayî wê ya Til Rifat a girêdayî Şehba ya Rojava derew in.
Derket holê ku nûçeyên medyaya Tirk û Rudaw TV a ku têkildarî ketina artêşa Tirk a Serokkomarê Tirk û komên çeteyên girêdayî wê ya Til Rifat a girêdayî Şehba ya Rojava derew in.
Derket holê ku nûçeyên Çapemeniya Tirk û Rudaw TV a “Artêşa Tirk bê ku şer bike ketin Til Rifatê” derew in.
Nûçegihanên ANF’ê çûn navçeya Til Rifat û dîmen kişandin.
Weke ANF dema em çûn Til Rifatê me ne ti artêşa Tirk a dagiker û ne jî ti çeteyên OSO dîtin.
Nûçegihanê Rumaw Nûrî Ednan ê li herêmê weşanê dike ku ji ANF’ê re axivî got: “Em niha li ketina Til Rifatê ne. Tiştat ku Erdogan dibêje derew in. Gel dixapîne.”
Dîsa endamê Meclîsa Til Rifat Marûz Ebû Elî Til Betal ê ji ANF’ê re axivî, diyar kir ku tiştên tên gotin direw in.
Maruz Ebû Elî Til Betal anî ziman ku ne artêşa Tirk û ne jî çeteyên OSO ketine Til Rifatê û got: “Wan li Helebê xapandin, li Babê xapandin, li Efrînê hatin xapandin niha dora Til Rifatê ye ku bi xapînin. Tinaziyê bi wan dike.”