Li Efrînê teqîn: Gelek leşker mirin û birîndar bûn
Li navenda Efrînê duh teqînek pêk hat û hate diyarkirin ku ji ber vê teqînê gelek leşkerên mirî û birîndar hene.
Li navenda Efrînê duh teqînek pêk hat û hate diyarkirin ku ji ber vê teqînê gelek leşkerên mirî û birîndar hene.
Li Efrînê çalakiyên li dijî artêşa Tirk a dagirker didome. Ligel ku YPG vîdeoyên çalakiyan belav dike jî, artêşa Tirk windahiyên xwe vedişêre. Artêşa Tirk diyar kir ku di 26’ê Adarê de 2 leşker mirine.
YPG’ê hê têkildarî vî tiştî tu daxuyanî nedaye.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin li cihê ku teqîn pêk hatiye gelek leşker û çeteyên OSO’yê hene lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.