Meclîsa tendirustiyê ya Efrîn û Şehbayê banga alîkariya dermanan kir

Meclîsa Tendirustiyê ya Efrînê û ya Şehbayê bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku li herêma Şehbayê bi sed hezaran kes ji xizmetên tendirustiyê û dermanan bêpar mane û banga alîkarî û hevgirtinê kirin.

Meclîsa Tendirustiyê ya Efrînê û Meclîsa Tendirustiyê ya Şehbayê ji bo sed hezaran Efrîniyên ku ji ber êrîşên dagirker ên Tirkiyeyê koçî Şehbayê kirine, li bajaroja Ehresê daxuyaniyeke hevpar dan. Gelek xebatkarên tendirustiyê û endamên Heyva Sor a Kurd tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Dr. Azad Sebrî têkildarî Efrîniyan agahî da yên ku ji warên xwe koç kirine.

Sebrî bi bîr xist ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 58 rojan de bi sedan sivîl, jin, zarok hatine qetilkirin û bi hezaran kes jî birîndar bûne. Sebrî got ku, “Ji ber ku qetilkirina sivîlan zêdetir bû,bi sed hezaran kesan ji Efrînê koç kirin û hatin Kantona Şehbayê û navçeya Şêrawayê. Di rê de jî gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan û hema li wê derê hatin veşartin.”

Sebrî diyar kir ku kesên koç kirine li herêmê di nav şertên dijwar de dijîn û derfetên wan ên xizmeta tendirustiyê û dayîna dermanan jî têr nake. Sebrî got ku, “Bi sed hezaran kes li herêma Şehbayê û gundên wê li ber xwe didin. Pêdiviya bingehîn ava paqij û derman e. Di warê malzemeyên tibbî de jî kêşeyên cîddî hene.”

Sebrî diyar kir ku ji saziyên alîkariyê yên navneteweyî wan tu alîkariyên tibbî û dermanan wernegirtine û bang kir ku pêdivî malzemeyên tibbî û dermanan heye.