Yûsiv: Li Efrînê avaniya demografik tê guhartin, qirkirin heye

Hevseroka Konseya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsiv got dewleta Tirk li gel çeteyên ku li Efrînê bi cih kirin qirkeriya etnik dike.

Li ser rewşa Efrînê ya ku dewleta Tirk 18’ê Adarê navenda Efrînê dagir kirî, Foza Yûsiv ji ANHA’yê re axivî û got dewleta Tirk bi hevkariya bi Rûsyayê ji bo ku avaniya demografîk a Efrînê biguherin tevdigerin.

Yûsiv got qirkeriya entîk tê kirin û domand, ‘’Li gorî agahiyên berdest çeteyên Feyleq El Rahman ê li Xutaya Rojhilat birin Efrînê. Ev rewş tê maneya ku li Efrînê qirkeriya etnik tê kirin.’’
Yûsiv got li her deverê gel divê li dijî vê qirkeriya etnîk li ser piyan be û li ser avaniya çete ya li Dîloke jî wiha got: ‘’Meclîsa ku xayin haziriya wê dikin temsîla gelê me nake. Ên ku di nav vê meclîsê de ne li ser xwîna gelê me bazirganiyê dikin. Gelê me wê ji van kesan hesab bipirse û wan efû neke.’’
Yûsiv her wiha got ENKS’ê li bara komkujî û koçberkirina çeteyên Erdoğan a li ser Efrîniyan helwesta xwe zelal nekiriye.

Yûsiv li dijî helwesta saziyên navnetewî yên li ser Efrînê helwesta xwe nîşan da û got: ‘’Civaka navnetewî û NY ji qirkeriya entîk, koçberî û guherîna demografiye ya bi destê Rûsya û Tirkiyê tê kirin, berpis in. Divê berpirsyariyên xwe yên li bara gelê me eyê Efrînê bi cih bînin.’’