YPG'ê nasnameya 6 şehîdên Efrînê eşkere kir

YPG'ê nasnameya 6 şervanên xwe yên li Efrînê di berxwedana dijî dagirkeriya Tirk de şehîd bûn eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku di roja 68'an a berxwedana serdemê de şervanên wan bi bîr û baweriyeke mezin li dijî faşîzm û dagirkeriya dewleta Tirk têdikoşin.

Navendê diyar kir, şervanên wan bi moral û vîneke xurt di çeperên xwe de li ber xwe didin û navê xwe li ser rûpelên fedayiyan dineqişînin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hevrêyên me Sîpan Xelat, Amed Botan, Hemze Întîqam, Egîd Cotkar, Rizgar Amed û Ferhad Zagros ku di demên cuda de di Berxwedana Serdemê de heya dawiyê têkoşiyan û gihîştin şehadetê carek din ispat kirin ku vîna gel û dilsoziya bi axê re wê serketinê misoger bike."

Navendê sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê welatparêz re xwest û diyar kir ku wê heta serketinê li ser şopa şehîdan bin.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Amed Botan
Nav û Paşnav: Bedir Memo
Navê Dayikê: Hêvîn
Navê Bav: Mihemed
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih û dema şehadetê: Efrîn / 25 Adar 2018

Nasnav: Egîd Cotkar
Nav û Paşnav: Heyder Elî
Navê Dayikê: Rehîme
Navê Bav: Ednan
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih û dema şehadetê: Efrîn / 25 Adar 2018

Nasnav: Ferhad Zagros
Nav û Paşnav: Osman Sidqî
Navê Dayikê: Helîme
Navê Bav: Sidqî
Cihê Ji Dayikbûnê: Girê Sipî
Cih û dema şehadetê: Efrîn, Bilbilê, Tepê Şêxurzê / 11 Adar 2018

Nasnav: Hemze Întîqam
Nav û Paşnav: Salih Elî
Navê Dayikê: Suad
Navê Bav: Elî
Cihê Ji Dayikbûnê: Şam
Cih û dema şehadetê: Efrîn / 25 Adar 2018

Nasnav: Rizgar Amed
Nav û Paşnav: Recep Toprak
Navê Dayikê: Bîrcan
Navê Bav: Remzî
Cih û dema şehadetê: Efrîn / 17 Adar 2018

Nasnav: Sîpan Xelat
Nav û Paşnav: Omer Cîlo
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Hisên
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih û dema şehadetê: Efrîn, Raco, Gundê Qude / 27 Çile 2018