'Bila Şehba weke herêma ewle bê ragihandin'

Rêveberiyên Efrînê û Şehbayê ji Neteweyên Yekbûyî dixwazin ku li dijî gefên dewleta Tirk, Şehbayê weke 'herêma ewle' ragihîne.

Ji sed hezaran sivîlên piştî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji Efrînê koç kirin, 175 hezar li Kantona Şehba û gundên Şêrawayê li ber xwe didin. Rêveberiyên Efrîn û Şehbayê jî ji Neteweyên Yekbûyî xwestin ku li dijî gefên dewleta Tirk, Şehbayê weke herêma ewle ragihîne.

Piştî berxwedana dîrokî ya du mehan a li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê yên El Qaîde, El Nûsra û DAÎŞ'ê, Rêveberiya Kantona Efrînê ji bo windahiya sivîlan zêde nebe biryar da ku gelê sivîl derbasî herêma Şehbayê bike.

Gelê Efrînê ku zêdeyî 320 şehîd (piraniya wan jin û zarok) da û zêdeyî 1.200 kes birîndar bûn, li gorî biryara rêveberiya xwe tevgeriya û koçî Kantona Şehbayê, navçeya Şêrawa ya Efrînê, nehiya Nubul-Zehra ya Helebê û Heleb û Kantona Cizîrê kir.

Efrîniyên ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a bi desteka Rûsyayê, li deverên ku koçî wir kir li nava xaniyên hilweşiyayî, mizgeft, dibistan û li binê konan di nava şert û mercên zehmet de dijîn, li ber xwe didin. Koça herî mezin ber bi Şehba û Şêrawa bû. Zêdeyî 175 sivîlên li her du herêman e, li benda roja vegerê ne.

Li gorî serjimartinê ku Rêveberiya Kantona Efrînê û Rêveberiya Kantona Şehbayê kirin, nêzî 175 hezar Efrînî ji bo ji Efrînê dûr nekevin li ser sînorê Kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa ne. Efrînî li nehiyeyên Ehres, Fafînê, Til Rifat û Kefernayê yên Şehbayê û gundên ser bi van nehiyeyan, bi derfetên kêm ên jiyanê berxwedana xwe didomînin.

ZÊDEYÎ 175 HEZAR KES LI ŞEHBA Û ŞÊRAWA NE

Li gorî sermijartina ku rêveberiyên kantonên Efrîn û Şehbayê kirin; li Til Rifatê û gundên wê; Keferantûn, Şêx Hîlal û Şêx Îsa nêzî 24 hezar Efrînî dijîn. Li nehiya Fafînê û gundên wê; Hesîn, Mezra Helîsa, Şêx Kêf, Werdiyê, Wehşiyê, Cûba, Keramê, Elewşê, Til Şeîr, Xirnata, Helîsa, Hesacix, Babilnês, Nerabiyê, Şaale, Ehdes, Mezara, Sed Şehba, Til Madiq, Semûqa, Til Cîcan, Til Enab, Derînte, Maret Mislimiyê, Maret Keferzixir, Xirebçe, Zuweyen, Nasriye, Mezara Til Şeîr û Muşrîfeyê zêdeyî 40 sivîlên Efrînê hene.

Li nehiya Ehresê ya Şehbayê û gundên wê; Til Qerah, Til Sosin, Hirbîl, Bîr Hirbil, Maretê, Ehdes, Ûm El Xoş, Şahabiyê, Ramdaniyê, Ebû Mîra, Mîntar, Qenfûs, Kafer Karis, Mezara, Kiryo û Kefernasê zêdeyî 37 hezar sivîl dijîn. Li nehiya kefernayê jî nêzî 10 hezar Efrînî hene.

Li navçeya Şêrawa ya Efrînê û gundên wê; Aqîbê, Ziyaret, Xerabkê, Bênê, Burç Qos, Gundê Mezin, Soxanekê, Kewkebê û gundikên wê zêdeyî 30 hezar Efrînî dijîn. Wekî din hejmarek ji Efrîniyan berê xwe dan herêma Nubul Zehra ya Helebê. Lİ gorî daneyên Meclîsa Nubul zêdeyî 25 hezar Efrînî li nehiyeyê ne. Li navenda Helebê jî zêdeyî 10 hezar Efrînî hene.

'BILA HERÊMA ŞEHBA WEKE HERÊMA EWLE WERE RAGIHANDIN'

Bi destpêkirina koçberiyê re li herêma Şehbayê pirsgirêka stargehê rû da. Rêveberiyên kantonên Şehba û Efrînê yekser li Şehbayê kampek ava kirin û kon vedan. Ji bo avakirina kampa duyemîn jî amadekarî tên kirin. Li kampa bi navê "Berxwedan" heta niha zêdeyî 600 malbat bi cih bûne. Amadekariyên kampa duyemîn jî ku wê bi navê "Serdem" ava bibe, didome.

Ji Rêveberiya Kampa Berxwedanê Nûrşan Hisên ragihand ku piştî êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk, Efrîniyan koçî herêmên Şehba û Şêrawa kirin, lê belê Neteweyên Yekbûyî (NY) ya jî saziyên alîkariyê yên navneteweyî alîkarî bi wan re nekirine. Hisên destnîşan kir ku bi alîkariya gelê Kurd û dostên wan ew hewl didin bersivê bidin pêdiviya Efrîniyan.

Nûrşan Hisên bal kişand ser zêdebûna nifûsa herêma Şehbayê û diyar kir, ku herêm ewle nîne û dewleta Tirk tevî çeteyên xwe car carna êrîşî herêmê dike. Nûrşan Hisên got, "Li herêma Şehbayê nifûseke cidî heye. Efrînî di nava şert û mercên zehmet de dijîn. Divê Neteweyên Yekbûyî vê herêmê weke herêma ewle ragihîne."