YPG’ê li Şera li dagirkeran xist: 30 çete hatin kuştin

Şervanên YPG/YPJ’ê li navçeya Şera ya Efrînê li dijî hêzên dagirker çalakî li dar xist. Di çalakiya şervanan de herî kêm 30 leşker û çete hatin kuştin.

Şervanên YPG/YPJ’ê şevê din nuqteyeke leşkerî ya çeteyan a li gundê Ser Sewan ê navçeya Şera ya Efrînê kir hedef.

Di çalakiyê de herî kêm 30 endamên rêxistina çete ya bi navê Tûgaya Sûltan Mûrat hatin kuştin.

Hêzên YPG/YPJ’ê ji roja qonaxa duyem a Berxwedana Serdemê li navenda Efrîn û li navçeyên wê li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê çalakiyên serkeftî li dar dixin. Di çalakiyên heya niha hatî kirin de herî kêm bi sedan leşker û çeteyên Tirk hatine kuştin.