YPG: Yek jê çawîşê pispor 3 leşkerên Tirk hatin kuştin

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê ragihand ku di çalakiyên roja Çarşem û Pênçşemê lidar xistin de, 1 jê çawîşê pispor 3 leşkerên Tirk hatine kuştin. Diyar kir ku li Efrînê çeteyên ku li ser malên dizî li hev nekirin li hev ketine.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê ku daxuyaniyek nivîskî da wiha got: “Çalakiyên şervanên YPG’ê ya li navenda Efrînê ya li dijî leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê dom dike.”

Di daxuyaniya nivîskî ya YPG’ê de ev agahî hatin parvekirin:

ʺÇalakiyên şervanên YPG`ê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navenda bajarê Efrînê dewam dikin. Çete jî di nav bajar de tevlîhev bûne û rewşa ewlekarî jî xerab bûye.

Di encama çalakiya ku duh li ser rêya Cindirêsê-Efrîn de pêk hatî de, hate zelalkirin ku 1 jê çawîşek pispor 2 leşkerên Tirk hatin kuştin û 7 leşkerên din jî birîndar bûn. Her wiha di saetên vê sibê jî di encama çalakiyeke din a hêzên me de, leşkerekî din hate kuştin û leşkerekî din li navenda bajarê Efrînê birîndar bû.

DI NAVA ÇETEAYN DE JI BER ‘DIZIYÊ’ ŞER

Ji aliyekî din ve jî, pirsgirêka di navbera çeteyan li ser dizîna mal û milkên welatiyan li navenda bajarê de dewam dike. Careke din şer di navbera çeteyên Ehrar El-Şerqiyê û Ehrar El-Şam li ser dizîna Jenetor û alavên firneya bajarê rû da. Hêjayî bibîr xistinê ye ku heta niha firne kar nake.

Her wiha Meclîsa Herîmî ya ku ji aliyê Îstixbaratên Tirkiye ve hatibû avakirin, ji ber pirsgirêka di navbera Meclîsa Dîlokê û çeteyên Endamê ENKS`ê Fûad Elîko ku beriya niha bi du rojan li Efrînê bû, hate betalkirin.”

Di dewama daxuyaniyê de YPG’ê bal kişand ser van detayan û ev tişt got: “Li herêmên Şehbayê jî, dewleta Tirk û çeteyên wê bi armanca êrîşkirina Til Rirfet û gundên derdora wê, bi sedan çete tevî 4 tangan û panzêran bi fermandariya çeteyên bi navên Ebû Yeyha Qerendel ʺMoroʺ û Ebû Bekrî El-Eslî tevî efserên Tirk du rojên dawî de xwe kom kirine. Her wiha balafirên keşfê yên Tirk jî li herêmê digeriyan. Ev tevger jî piştî du rojan ji belavbûna nûçeyên derew ku navendên şerê taybet ên Tirk bi kontrolkirina bajar belav dike, pêk hat.ʺ