Li ser dîwarên li Efrînê nivîsa ‘DAIŞ li vir e’ hate nivîsin!

Li Efrînê ya ku dewleta Tirk dagir kiriye, çeteyên DAÎŞ’ê lê hene.

Li Efrînê ya ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatibû dagirkirin çeteyên DAÎŞ’ê derketin holê. Li gundê Baflorê ya navçeya Cindirêsê çeteyên DAÎŞ’ê bi zimanê Erebî li ser dîwar nivîsa ku tê wateya ‘DAIŞ li vir e’ (Dewlet Îslam El Fî) hate dîtin. Ev dirûşme beriya niha ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve li gelek deran hatibû nivîsin .

Beriya niha jî çeteyên DAÎŞ’ê di wêneyên dagirkeriyê de hatibûn dîtin û di medyayê de jî ev tişt derketibû holê.