Rêveberiya Efrînê bang li Neteweyên Yekbûyî kir: Bi erka xwe rabe

Rêveberiya Xweser a Efrînê û Rêveberiya Kampa Berxwedanê, ji bo vegera gelê Efrînê ku ji ber zilma dewlet û çeteyên Tirk ji Efrînê derket, bang li Neteweyên Yekbûyî û raya giştî ya navneteweyî kirin.

Rêveberiya Xweser a Efrînê û Rêveberiya Kampa Berxwedanê îro daxuyaniyeke hevpar dan û ji bo Efrînê bang li raya giştî ya navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî kirin.

Daxuyanî bi zimanên Kurdî û Erebî li navçeya Fafin a Kantona Şehbayê hate dayin. Ji rêveberên kampê Rûşen Hisên bi Kurdî, ji rêveberên kampê Cîhan Mihemed jî bi Erebî daxuyanî dan.

'BI SED HEZARAN KES JI CIH Û WARÊ WAN KIRIN; BI DEMOGRAFIYÊ DILÎZIN'

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; "Dewleta Tirk a faşîst piştî ku bi Rûsya ya berjewendîperest re li hev kir, tevî çeteyên xwe; DAÎŞ, El Qaîde û komên din ên çete, ku qaşo xwe weke mûxalefeta Sûriyeyê bi nav dikin, tevî bêdengiya cîhanê Kantona Efrînê li pêş çavên cîhanê dagir kir. Bi sedan hezaran mirovên sivîl ji cih û warê xwe hatin derxistin û di rewşeke mirovî ya herî zehmet de hatin hiştin. Kesên ku nav li xwe dikin 'Artêşa Azad' li Efrîne kiryarên talankirin, dizî, gefxwarin û desteserkirina mal û mulkên welatiyan dikin. Her kesê ku serî li ber wan natewîne dikujin. Dewleta Tirk a dagirker û tûranî bi rêya van çeteyan dixwaze sîstemeke xwe ya li ser bingeha guhertina demografîk li Efrînê ava bike û bi awayekî ne rewa desthildariya xwe li ser xaka Sûriyeyê û gelê Efrîne ferz bike.

'GEL DEST JI BERXWEDANÊ BERNEDAYE Û BI BIRYAR E KU VEGERE'

Gelê Efrîne yê berxwedêr piştî ku 58 rojan li hember balafirên şer ên NATO'yê û her cûre çekên giran bi lehengî li ber xwe da, komkujiyên trajîk û hovane li ser hate ferzkirin. Herî dawî ji bo parastina xwe bi sed hezaran koçî herêma Şehbayê û bi deh hezaran jî koçî Nubul û Zehrayê bûn. Lê belê ev gel hê jî biryara berxwedana xwe nedaye paş û li ser şopa şehîdên xwe bi hêvî û israra vegera Efrîne û rizgarkirina welatê xwe di rewşeke herî kambax û di bin xeteriya êrîşên din de jiyaneke ne ewle dijî û li ber xwe dide.

'BILA RAYA GIŞTÎ YA NAVNETEWEYÎ Û NETEWEYÊN YEKBÛYÎ BI ERKA XWE RABIN'

Li ser vê bingehê em wek Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê û niştecihên kampa Berxwedanê bang li raya giştî û Neteweyên Yekbûyî dikin ku dawî li bêdengiya navdewletî bînin û terora AKP-MHP û çeteyên wê ya li Efrîne tê dikin bibînin û bi awayekî lezgîn garantiya vegera Efrîne û garantiya ewlekariyê û parastina ji komkujiyên bidin, xwedî li gelê Efrîne yê penaber derkevin û alîkariya mirovî wek berpirsyariya exlaqî û însanî ji bo gelê me bikin. Her wiha banga me ji bo sazî û rêxistinên mafên mirovan û bijîşkên sînornenas heye ku werin û rewşa tendirûstî ya hezaran sivîlên Efrîne di cih de bibînin û bi erka xwe ya mirovî rabin."