Gelên Minbicê: Dewleta Tirk jî mîna DAÎŞ'ê ye, em wan jî naxwazin

Gelên Minbicê piştî ku ji zilma DAÎŞ'ê rizgar bûn, dest bi çêkirina şehîdgehan kir. Gelên Minbicê nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk dan û gotin, "Dewleta Tirk jî mîna DAÎŞ'ê ye, em wan jî naxwazin."

Avakirina şehîdgehan ji bo civakan rêyeke xwedîderketina li bîranîna kesên mirî ne. Lê çeteyên DAÎŞ'ê û dewleta Tirk bi hilweşandina goristan û şehîdgehan ji civakê re dibêje ku 'ez tu nirxên te nas nakim.'

Goristanên gelên Minbicê piştî Çileya 2014’an ji aliyê DAÎŞ’ê ve hate hilweşandin. Minbic di 6’ê Hezîrana 2016’an de ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, QSD û Koalîsyona li dijî DAÎŞ’ê bi pêngava Faysal Ebû Leyla hate rizgarkirin. Gelên Minbicê di nava 2 salan de him goristanên xwe tamîr kirin û him jî şehîdgeheke din ava kirin.

Li Şehîdgeha Minbicê şehîdên pêngava Reqa û Tebqayê hatin definkirin û şehîdên rizgarkirina Minbicê yên berê li cihên din hatibûn definkirin jî, anîn vê derê.

Gelên Minbicê hurmeta xwe nîşanî şehîdên xwe dide û a niha jî di bin gefên dewleta Tirk de dijî. Ji ber ku dewleta Tirk goristan û şehîdgehan hildiweşîne. Gelên Minbicê her çiqas êrîşên dewleta Tirk ên li ser goristanên gerîlayan ên li Bakur û Başûrê Kurdistanê nizanibin jî, bi çavê xwe bomberdûmankirina şehîdgeha Efrînê dîtin.

Cara pêşîn di 2’ê Nîsanê de em çûn serdana şehîdgeha Minbicê. Li vê derê li hemberî gefên Tirkiyeyê me guh da nêrînên gelên Minbicê.

'BI AZADKIRINA MINBÎCÊ RE ME ŞEHÎDGEHÊN XWE AVA KIR'

Kîfaya Alî yê ji Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan diyar kir ku piştî azadkirina Minbicê wan dest bi avakirina şehîdgeha Minbicê kirine û got, “Niha nêzî goristanên 150 şehîdan hene. Ev hemû zarokên Minbicê ne. Me şehîdên pêngava Reqa û Tebqayê jî anîn li vê derê veşartin.

Wekî din, em şehîdên xwe yên berê hatine veşartin tînin vê derê. Ji ber ku berê DAÎŞ û şer hebû, şehîdgeha me tine bû. Ji ber vê yekê me şehîdên xwe li cihên cuda veşartin. Piştî ku Minbic rizgar bû, me dest pê kir ku şehîdên xwe ji wan cihên cuda bînin û li goristana xwe veşêrin. Me îro jî 4 şehîdên xwe anîn û em li şehîdgeha xwe vedişêrin. Lê belê çawa ku DAÎŞ'ê goristanên em hilweşand, me dît ku Tirkiyeyê jî li Efrînê şehîdgeh hilweşand. Em naxwazin Tirkiye bê Minbicê. Ji ber ku ti ferqa wan ji DAÎŞ'ê nîne."

'EM TIRKIYEYÊ NAXWAZIN'

Kevser Hamo diyar kir ku wan beriya niha şehîdên Minbicê li Mellawiyê vedişartin û got, "Piştî ku me Şehîdgeha xwe ava kir, me dest bi anîna şehîdên xwe yên li wir kir. Me niha li vir şehîdgehek ava kirine. Ev tiştekî gelekî baş e, em tên vê derê û serdana şehîdên xwe dikin."

Hamo bi bîr xist ku DAÎŞ'ê li Minbicê goristan xera dikir û dewleta Tirk jî li Efrînê bombeyan li şehîdgehan dibarîne. Hamo li ser gefên Tirkiyeyê yên ji bo dagirkirina Efrînê got, "Mirovek miribe êdî diqede. Mirî nikare tiştekî bike. Bi hilweşandina goristanê re gelo çi bi destê wan ket?... Em ê li şûna şehîdên xwe bixebitin û şehîdgehên xwe ji nû ve çêbikin. Em naxwazin ku Tirkiye bê Minbicê. Hevserê min û kurekî min li Kobanê şehîd bûn. Kurekî min jî ji aliyê DAÎŞ'ê ve hate revandin, ji ber ku em Kurd bûn. Rewşa me niha li Minbicê baş e. Ereb, Kurd, Çerkes, Tirkmen; ti cudahî di navbera me de nîne. Em hemû em in. Em ji vê jiyanê hez dikin, ne ji dewleta Tirk."

'EM NAXWAZIN TIRKIYE BÊ VÊ DERÊ Û MÎNA DAÎŞ'Ê ZILMÊ LI ME BIKE'

Mûhammed Alî Baş ê ji Minbicê anî ziman ku pismamê wî jî li Şehîdgeha Minbicê hatiye veşartin û got, "DAÎŞ'ê li Minbicê serê gelek mirovên me jê kir û kuşt. Piştî ku QSD'ê Minbic rizgar kir hizûr hate Minbicê. Lê niha Tirkiye gefê li Minbicê dixwe. Tirkiyeyê çawa Efrîn hilweşand û mirov kuşt, niha jî dixwaze heman tiştî li Minbicê dike. Em naxwazin Tirkiye were vê derê û mîna DAÎŞ'ê zilmê li me bike.

Me di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de gelek şehîd dan. Em naxwazin bi destê Tirkiyeyê careke din DAÎŞ bê Minbicê. Efrîn hilweşandin. Eger Tirkiye bikeve Minbicê wê Minbicê jî hilweşîne. Em Tirkiyeyê naxwazin."