Cenazeyê şehîd Azad bi merasîmekê hate veşartin

Cenazeyê Şervanê QSD’ê Ednan Ehmed (Azad) ê ku di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûye, ji aliyê sedan şêniyên bajarê Reqayê ve bi merasîmekê ve hate veşartin.

Girseya gel cenazeyê şehîd wergirtin û ber bi Goristana Şêx Cûma ve ketin rê. Li goristanê merasîm bi deqeyeke rêzgirtina leşkerî ve destpê kir.

Piştre Fermandarê QSDʹê Ecac Reqa axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got: ʺÇawa ku ciwanên Dêra Zorê ji bo rizgarkirina Reqayê şehîd bûn, îro jî ciwanên Reqayê ji bo rizgarkirina Dêra Zorê şehîd dibin. Em soza şopandina rêya şehîdan didin.ʺ

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd li goristanê bi nava dirûşmeyên ʺŞehîd namirinʺ ve hat veşartin.