Koçberên Efrînî xwestin ku Şehba bibe 'herêma ewle'

Efrîniyên ku ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji cih û warê xwe bûne, tevî şert û mercên giran ên li herêma Şehbayê û gefên dewleta Tirk jî naxwazin axa xwe biterikînin. Efrînî dixwazin Şehba weke herêma ewle bê ragihandin.

Gelê Efrînê ku ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê; El Qaîde, DAÎŞ û El Nûsra neçar ma koçî herêma Şehbayê bike, tevî hemû zor û zehmetiyan li ber xwe dide. Derdora 150-200 hezar Efrîniyan koçî Şehbayê kirin û gelek welatiyan xwe li xaniyên hilweşiyayî girtine. Li gundê Ûm El Xoş ê Şehbayê, yek ji kesên ku di nava enqazên xaniyekî hilweşiyayî de tevî zarokên xwe dijî Nazli Nebo ye.

 

 

MALBATA KU LI NAVA XIRBE DIJÎ

Nazli Nebo got, piştî ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê dest pê kir ew 4 salan li Helebê di nava şer de man û dûre çûn gundê Şêxûrzê yê navçeya Bilbilê ya Efrînê û ji xwe re li wir jiyanek ava kirin. Nazli Nebo piştî ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dest pê kirin, neçar ma tevî zarokên xwe ji Efrînê koçî gundê Ûm el Xoş bike. Nazli Nebo ku bi malbata xwe li nava xirbeyê xaniyekî dijî, dema çav li me dikeve yekser nîşaneya serketinê dike. Em ji binê dîwarekî hilweşiyayî dikevin hundirê xanî.

Li odeyeke xaniyê ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatiye xerakirin, tenê nivîs û çend betanî hene. Eşyayê malbata ji 10 ferdî ku 6 jê zarok in tenê ewqas e. Zarok di nava xirbe de ji xwe re dilîzin.

Nazli Nebo anî ziman ku xaniyê wan ê li Şêxurzê di dema êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de xera bû û bi vî rengî koçber bûn. Nazli Nebo diyar kir, çeteyan dest danîn ser heywanên wan û destnîşan kir ku kesî serê xwe netewand û wê bi rengekî bi rûmet bijîn û her tim li ber xwe bidin.

DIBISTAN JÎ TIJÎ BÛYE

Em berê xwe didin dibistana gundê. Li dibistanê gelek malbatên Kurd û Ereb ên ji navçeyên Raco û Cindirêsê yên Efrînê koç kirine bi hev re dijîn. Li her polekê çend malbat bi cih bûne. Rewşa li vir ji ya cihên din ne cuda ye. Çend nivîn û ocaxa li qoziyekê..."

DEWLETA TIRK ÊRÎŞÎ HEMÛ EFRÎNIYAN KIR

Welatiyê Ereb ê bi navê Şaban Hesen ê 60 salî ji kameraya me re axivî û anî ziman ku dewleta Tirk êrîşî hemû Efrîniyan kiriye, ew jî neçar mane koç bikin. Şaban Hesen diyar kir, piştî ku wan koç kirine, komuna gundê Ûm El Xoş ev cih ji wan re amade kiriye û heta astekê dikarin bersivê bidin pêdiviyên wan. Hesen da xuyakirin ku dewleta Tirk çav berdaye axa wan û got, "Erdogan ji me axa me dixwaze. Lê em ê vê qebûl nekin." Şaban Hesen diyar kir ku gefên dewleta Tirk dewam dikin û xwest, Şehba weke herêma ewle were ragihandin.

MALOVANÎ JI EFRÎNIYAN RE KIR

Gundê Ûm El Xoş li pêşberî bajarokê Marê ye ku bajarok di destê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ye. Di navbera gundê Ûm El Xoş û çeteyên Tirkan de tenê 500-600 metre hene. Nûçegihan Nûrî Ednan ku herêmê baş nas dike, bi bîr xist ku 2 sal berê li Ûm El Xoşê bi çeteyên DAÎŞ'ê re şerekî dijwar qewimî û ev gund niha malovaniyê ji Efrîniyên ku ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê reviyane dike.

DIVÊ WEKE HERÊMA EWLE BÊ RAGIHANDIN

Ednan anî ziman ku êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Ûm El Xoş dewam dikin û welatiyên ji neçarî ji Efrînê koç kirine nikarin li hin herêmên gund ên gelekî nêzî çeteyan e bi cih bibin. Nûrî Ednan destnîşan kir ku tevî her tiştî jî gel ji Efrînê dûr nakeve û got, ji bo Efrîniyên koçî herêmê kirine divê herêmên ewle bên avakirin.