YPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

YPG'ê nasnameya 2 şervanên xwe yên li Hesekê û Dêra Zorê şehîd bûn eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, hevrêyê wan Moro Hesekê roja 26'ê Sibatê li Hesekê ji ber nexweşiyeke giran şehîd bû.

Navendê diyar kir ku şervanê wan Quwetlî Hesekê jî dema li Dêra Zorê bi erka xwe radibû, ji ber teqîna mayina çeteyên DAAÎŞ'ê roja 1'ê Nîsanê şehîd bû.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan û gel re hate xwestin û li ser nasnameya şehîdan ev agahî hatin dayin:

 

Nasnav: Moro Hesekê

Nav û Paşnav: Xalid El Elî

Navê Dayikê: Redhe

Navê Bav: Xelef

Cihê jidayikbûnê: Şedadê

Cih û dema şehadetê: Hesekê / 26 Sibat 2018

Nasnav: Quwetlî Hesekê

Nav û Paşnav: Musa Ebdilxanim

Navê Dayikê: Fewziye

Navê Bav: Ebid

Cihê jidayikbûnê: Hesekê

Cih û dema şehadetê: Dêra Zorê / 1'ê Nîsana 2018