4 rojnamevan hatin girtin

4 rojnamevanên ku girêdayî lêpirsîna li Artvînê hatinbûn binçavkirin bi hinceta 'endamtiya rêxistinê' hatin girtin.

4 rojnamevanên ku girêdayî lêpirsîna li Artvînê dihat birêvebirin di 13 Hezîranê de li Stenbolê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin, bi hinceta 'endamtiya rêxistinê' hatin girtin.

Piştî ku 6 jê rojnamevan 7 kes hatibûn binçavkirin, kesên hatibûn binçavkirin birin Artvînê. Di îfadeyên kesên berbehs ên 14’ê Hezîranê de xizmeta nivîsbariya ji malperên nûçeyan re, heqê telîfên ku ji bo nûçeyên xwe girtine û hevdîtinên wan ên li ser telefonê weke sûc hatin dîtin.

Rojnamevan piştî 3 rojên binçavkirinê di 16 Hezîranê de ji edliyeyê re hatin sewqkirin. Dozger bi daxwaza girtinê ew ji dadgeriya ceza ya sulhê re sewq kirin. Li gel kedkarê malpera Sendika.Org’ê Ozan Cirik rojnamevan Dîcle Başturk, Yavûz Akengîn û Eylem Emel Yilmaz bi hinceta 'endamtiya rêxistinê' hatin girtin.

Semra Melek û Melîsa Efe jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.