Li Efrînê wesayiteke artêşa dagirker hate rûxandin
Şervanên YPG/YPJ'ê danê êvarê li navenda Efrînê wesayiteke artêşa Tirk a dagirker rûxandin. Hemû leşkerên di wesayitê de hatin kuştin.
Şervanên YPG/YPJ'ê danê êvarê li navenda Efrînê wesayiteke artêşa Tirk a dagirker rûxandin. Hemû leşkerên di wesayitê de hatin kuştin.
Berxwedana Serdemê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker li Efrînê dewam dike.
Buroya Efrînê ya YPG'ê ragihand, şervanên YPG/YPJ'ê duh danê êvarê li navenda Efrînê li wesayiteke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker xistin.
Di çalakiyê de wesayit bi temamî hate rûxandin û hemû leşkerên tê de hatin kuştin.