YPG’ê nasnameya 6 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 6 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 6 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê eşkere kir. YPG’ê sersaxî ji malbata şehîdan û gelê Kurd re xwest.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye;

“Berxwedana Serdemê ya Efrînê ket roja 70’yî û li hember dagirkeriya Tirk û çeteyên wê berxwedana şervanan bênavber didome. Di nav 70’î rojan de ne tenê dîroka şoreşa Rojava de di dîroka mirovahiyê de berxwedaneke bi vî rengî cara yekem li ser axa ku mirovahî çêbû, tê jiyîn. Pêşengên vê berxwedanê li hember balafirên şer û her cûre teknîkên pêşketî tenê teknîkên herî xwezayî yê bi dil û canê xwe li ber xwe dan û didin.

Rêhevalên me Kato Kurdo, Rêvana Rojava, Serhed Bakur, Sila Hejar, Xwînda Avaşîn û Yilmaz Beytuşebap di dîrok û cihên cuda yê Efrînê de li hember dagirkeriya Tirk û çeteyên wê heya dawiyê şer kirin û şehîd bûn. Berxwedana van 6 rêhevalan û bi sedan rêhevalên me yên qehreman mîrateyeke mezin ji bo pêşerojê hiştine da ku tekoşîna serkeftî bibe.

Em weke YPG û YPJ di kesayeta şehîdên Berxwedana Serdemê tevahî şehîdên me yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin. Em sersaxiyê ji her 6 malbatên me yê şehîd û hemû gelê me yê welatparêz re dixwazin. Em dîsa sond dixwîn  da ku tekoşîna şehîdan serjkeftî bikin.”

Li gorî daxuyaniya YPG’ê nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Kato Kurdo

Nav û Paşnav: Hekîm Abî

Navê Dayikê: Mercan

Navê Bav: Ebuzeyît

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şêrawa - Gundê Kîmarê / 20’ê  Adara 2018’an

***

Nasnav: Rêvana Rojava

Nav û Paşnav: Adile Seidîn

Navê Dayikê: Esma

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêrik

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Cindirêsê / 15’ê Sibata 2018’an

***

Nasnav: Serhed Bakur

Nav û Paşnav: Ehmed Şeymen

Navê Dayikê: Rabîa

Navê Bav: Ziyaddîn

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / 17’ê Adara 2018’an

***

Nasnav: Sila Hejar

Nav û Paşnav: Cemîle Uçar

Navê Dayikê: Asiye

Navê Bav: Şahîn

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şêrawa / Gundê Kîmarê / 20’ê Adara 2018’an

***

Nasnav: Xwînda Avaşîn

Nav û Paşnav: Hediye Ozalp

Navê Dayikê: Gulîzar

Navê Bav: Mehmed Seîd

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Bilbilê - Gundê Ega / 20’ê Sibata 2018’an

***

Nasnav: Yilmaz Beytuşebap

Nav û Paşnav: Firat Ozlu

Navê Dayikê: Hisniye

Navê Bav: Emîn

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şêrawa - Gundê Kîmarê / 20’ê  Adara 2018’an