Li Reqayê ji ber êrîşekê 17 kes birîndar bûn
Li Reqayê, duh bi şev saet 22'an du kesên ku li motorsîkletê siwar bûbûn êrîşeke bombeyî kirin. Ji ber êrîşê 17 kes birîndar bûn.
Li Reqayê, duh bi şev saet 22'an du kesên ku li motorsîkletê siwar bûbûn êrîşeke bombeyî kirin. Ji ber êrîşê 17 kes birîndar bûn.
Êrîş bi bombeyên deng li taxa Bab-Bexda ya Reqayê li koneke sersaxiyê hate kirin. Beşek ji mirovên birîndar bûn rakirin Navenda Doktoran a Sînornenas û yên rewşa wan giran jî rakirin Girê Spî.
Lêkolîn û lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.