Li Parlamentoya Belçîka rûniştina 'Efrînê'

Platforma Hevgirtinê ya bi Efrînê re ya Belçîkayê ji hêla Partiya Demokrat a Xiristiyan ve hate vexwendin û bi wekîlên Meclîsa Federal a Belçîkayê re rûnişt.

Ji bo ku balê bikişînin ser dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê û komkujiyan, bi wekîlên Parlamentoya Federal a Belçîkayê re civînek hate kirin. Endamên Platformê û nûnera PYD’ê Dilşah Osman li ser EFrînê agahiyên berfireh dan û bersiv dane pirsên parlamenteran.

 ‘BERIYA DAGIRKERIYÊ LI EFRÎNÊ AŞTÎ Û AZADÎ HEBÛ’

Osman di axaftina xwe de got beriya dagirkeriya Tirk a li Efrînê gelên li Efrînê bi hev re bi aştî, bi rengekî demokratîk dijiyan û got bi taybetî ji bo jinan Efrînê modêleke azadiyê ava kiriye û bi dagirkeriya Tirk re ev destkeftî ji dest çûne.

Osman bi domdarî got bi dagirkeriyê re bi deh hezaran kes neçar mane ku koç bikin û divê civaka navnetewî zû alîkariyê bi penaberên Efrînê re bike.

 ‘BI SEDAN SIVÎL HATIN KUŞTIN’

Parlamenterekî pirs kir bê ka heta niha çend sivîl hatine kuştin, Osman got hijmarê bi zelalî nizane lê 415 sivîl hatine kuştin û ji gelek kesan jî agahî nayê standin. Osman got bi dagirkeriyê re derfetên ku agahiyê ji herêmê bistînin nemane, ew ji jiyana bi sedan kesî bi fikar in û çeteyên Tirk û artêşa Tirk dema ku Efrîn dagir kirine bajar talan kirine.

Pirseke dî hate kirin bê ka Erdogan heta bi kûderê wê biçe Osman got, ‘’Kurd heta dawiyê ji bo ku asteng bikin wê li ber xwe bidin, lê li vir a girîng wê helwesta we, ya Ewropa , Amerîka  û Rûsyayê wê çi be. Hûn çi dibêjin.’’

PARLAMENTER: EM Ê BIRYARDAR BIN

Parlamenter jî axivîn û gotin ew ji nêz ve li rewşa Efrînê û koçberan dişopînin, ew ê helwesta hewce, biryardariya polîtîk nîşan bidin û beriya niha jî wan şande şandine û got şert çêbûn Parlamentoya Belçîka wê dîsa şandeyê bişînin.

Endamên platformê dosyayên berfireh dane parlamenteran.