Alîkarîyên ji bo Efrînê hatibû komkirin, gihişt Efrîniyan

Alîkariya gelê herêma Cizîrê û Heyva Sor a Kurdistanê ya ji bo welatiyên Efrînê gihişt Şehbayê.

26 kamyonên alîkariyê yên  herêma Cizîrê û Heyva Sor a Kurdistan ji bo gelê Efrînê kom kiribû, gihişt Şehbayê.

Hate ragihandin di kamyonên alîkariyê de alavên xwarin û vexwarinê yên bingehîn hene.

Berpirsê depoya alavên alîkariyê Hesen Mihemed diyar kir ku wê alîkariya bi gelê Efrînê re bidomînin.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi ser Efrînê di 20’ê Çileyê de dest pê kir. Di 18’ê Adarê de jî navenda bajêr hate dagirkirin. Welatiyên bajêr bi fikara komkujiyan, neçar man warên xwe biterikînin. Di êrîşên dagirkeriyê de bi awayekî rêk û pêk jîngehên sivîlan bû hedef û li vê derê bi sedan sivîl hatin qetilkirin. Hêzên dagirker bi ketina bajêr re dest bi talan û diziyê kirin. Agahî ji gelek sivîlan nayê girtin û gelek mal, sazî û cihên kar hatin talankirin.