‘Fransa wê li dijî dagirkirina Minbicê leşkeran bişîne’

Fransa ragihand ku wê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirkirinê wê leşkeran bişîne bajarê Minbic ê Rojava.

Heyeta ku ji rêveberên Rojava û Bakurê Sûriyeyê pêk tê, li Parîsê li Qesra Elysse bi qasî saetekê bi Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron re civiya.

Têkildarî mijarê li gorî nûçeya kovara Marîanne ya heftane weşanê dike, diyar kir ku wê Fransa li dijî dagirkirina Minbicê leşkeran bişîne. Têkildarî hevdîtina heyata Rojava û Bakurê Sûriyeyê heta niha ji Qesra Elyseeyê ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Heyete ji rêveberê asta jor a Bakurê Sûriye û Rojava pêk tê, li Parîsê li Qesra Elysse bi Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron re civiya. Hat ragihandin ku di civînê de mijarên girîng hatine gotûbêjkirin

Heyeta Bakurê Sûriye ya ku ji nûnerên Kurd, Ereb û Sûriyanan pêk tê, Hevseroka TEV DEM’ê Asya Abdullah, Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Hêvîn Reşîd, Hevserroka Konseya Têkiliyên Karê Derve ya Kantona Cizîrê Sîham Qiryo, Endama Konseya Rêveberiya Herêma Cizîrê Faner Gaêt, Berpirsê Karê Derve yê QSD’ê Rêdûr Xelîl, Berdevka YPJ’ê Nesrîn Abdullah û Nûnerê Rêvberiya Xweser a Bakurê Sûriyeyê ya Fransa Dr. Xelîl Îsa cih digire.