KOBANÊ
Bi sedan şêniyên Kanotna Kobanê cenazeyê şervanê YPG'ê Riyad Îsa (Riyad Coban) ê ku li ser sînorê Kantona Kobanê û Bakurê Kurdistanê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle spartin axê.
Li goristanê merasîm bi deqîqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên azadiyê destpê kir. Piştre Endamê Fermandariya YPG'ê Berxwedan Kobanê axivî û da zanîn ku şehîd Riyad ji bo parstina herêmê şehîd bûye û wiha dom kir: "Şehîd Riyad ji bo parstina sînorên kantonê cane xwe feda kir. Em ê jî heta dawî ji bo pêkanîna armancên wî têbikoşin. Em ê xeta şehîdên xwe heta dawiyê biparêz in."
Di berdewama merasîmê de Endamê Rêveber ê TEV-DEM'ê Ehmed Şêxo axivî û derbarê kesayeta Şehîd Riyad de ev tişt anî ziman: "Şehîd Berxwedan heta dawî di çeperên şer de parstina herêmê dikir, heta kêliya dawî jî ji bo parstina sînorê Rojava şer kir."
Piştî axaftin bi dawî bûn, nasnemaya şehîd hate xwendin, di dawiya merasîmê de jî girseya gel cenazeyê şehîd bi diruşmeyan spartin axê.
QAMIŞLO
Gelê Dêrikê, Girkê Legê, Koçerat û Beravê cenazeyên her 2 şervanên YPG`ê Mihemed Silmiyê yê pêkhateya Elewî ku di encama qezaneyekê de şehîd bûbû û Rizgar Amed ê ku di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de di bersivdayîna êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûbû, ji nexweşxaneya Dêrikê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan berê xwe dane Goristana Şehîd Xebat a li rojhilatê bajarê Dêrikê.
Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqîqeyek rêz hate giritn û ji aliyê şervanên YPG/YPJ û şervanên Hêzên Erka Xweparastinê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê hêzên leşkerî Mihedîn Xêrikî axivî û got her du şehîd bê dudilî bşedarî şerê li dijî hêzên ku di xwazin ewlehiya herêmê têk bibin, bûn û bi erka xwe rabûn.
Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Hesen Ibêd axivî û diyar kir hemû destkeftiyên ku li Rojava û Bakurê Sûriyê hatin lidarxistin bi saya şehîdan bû.
Her wiha bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokatîk li Bakurê Sûriyê Red Yûsif jî axivî û tekez kir ku şervanên QSD`ê ji bo parastina hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê û jiyana hevbeş, canê xwe dan.Piştî axaftin bidawî bû, wesîqeta her du şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Cenazeyê her du şehîdan bi dirûşmeyan li Goristanê hate veşartin.
Li gorî Meclîsa Mlbatên Şehîdan a Dêrikê nasnameya her du şehîdan wiha ne:
Navnas: Mihemed Silmiyê
Nav û paşnav: Mihemed El-Şear
Navê Dayîkê: Semîhe
NavêBav: Nesir
Cihê Jidayîkbûnê: Dêrik-gundê Silimiyê
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Dêrik 2012
Cih û Dema Şehadetê: Dêrik 2018
***
Nasnav: Rizgar Amed
Nav û paşnav: Receb Tobrak
Navê Dayîk: Bîrcan
Navê Bav: Remzî
Cihê dayîkbûnê: Amed
Dîroka tevlîbûnê: 2014
Cih û Dema Şehadetê:Efrîn 2018