YPG: Operasyona artêşa Tirk a dagirker negihişt armanca xwe
YPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 2’ê Nîsanê de li Raco û sêgoşeya Bilbilê, Şera û Mabetayê operasyonek li dar xistiye û ev operasyon negihiştiye armanca xwe.
YPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 2’ê Nîsanê de li Raco û sêgoşeya Bilbilê, Şera û Mabetayê operasyonek li dar xistiye û ev operasyon negihiştiye armanca xwe.
Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel têkildarî operasyona artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya di 2’ê Nîsanê de, daxuyaniyek belav kir.
YPG’ê di daxuyaniyê de ev tişt diyar kir:
“Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê di roja 2’ê Nîsanê de ji sibehê saet 10:00’an heya ber bi êvarê li derdora navçeya Raco û sêgoşeya Bilbilê, Şera, Mabetayê bi alîkariya balafirên şer operasyoneke bejahî li dar xist. Artêşa dagirker, bi balafirên şer 7 caran ev qad bombebaran kiriye. Operasyona ku heya saetê êvarê berdewam kir, bê encam ma û paş de vekişiya.”