Gelê Efrînê heyeta Rûsyayê qewirand
Gelê Efrînê ku ji ber êrîşên dewleta Tirk neçar ma koçî Şehbayê bike, heyeta ji rayedarên Rûs a ku ji bo 'alîkariyê' hatibû kampê, qewirand.
Gelê Efrînê ku ji ber êrîşên dewleta Tirk neçar ma koçî Şehbayê bike, heyeta ji rayedarên Rûs a ku ji bo 'alîkariyê' hatibû kampê, qewirand.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi desteka Rûsyayê roja 20'ê Çileyê êrîşî Efrînê kir. Ji ber êrîşê nêzî 500 sivîl mirin, bi sedan gund û bajarok hilweşiyan.
YPG/YPJ ji bo gelê sivîl ji êrîşan biparêze roja 18'ê Adarê bajar vala kir.
Bi sed hezaran Efrîniyên ji neçarî koç kirin, li Şehbayê di nava şert û mercên giran de dijîn.
Heyetek ji Rûsyayê duh ji bo 'alîkariyê' bide gelê sivîl hate kampê. Gelê Efrînê nerazîbûneke tund nîşanî heyeta Rûsyayê da. Efrîniyan Rûsya protesto kirin û 'alîkariya wan' red kirin.
Ji ber nerazîbûna gel, heyeta Rûs neçar ma ji herêmê biçe.