‘Heta ku em dagirkeriyê bi dawî bikin em ê têbikoşin’

Dr. Şêx Osman li ser dagirkireriya dewleta Tirk a li ser Efrînê û qonaxa duyemîn a Berxwedanê axivî û got, ‘’Heta ku dijmin li Efrînê be em ê wan rehet nehêlin. Heta ku em dawî li dagirkeriyê bînin em ê têbikoşin.’’

Hevserokê Kantona Efrînê Dr. Osman Şêx Îsa li ser êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê, qonaxa duyemîn a berxwedanê, li ser armancên dewleta Tirk û bazara li ser Efrînê ya hêzên navnetewî axivî.

Osman helwesta hêzên navnetewî ya li bara dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê bi gotina ‘bêberpirsyariya mezin’ bi nav kir û got ,berxwedana li Efrînê didome û heta ku dagirkerî hebe jî wê bidome. Osman got, ‘’Divê her kes baş zanibe heta ku dijmin li Efrînê be em ê wan rehet nehêlin. Heta ku em dawî li dagirkeriyê bînin em ê têbikoşin.’’

‘ÊRÎŞÊN SER EFRÎNÊ NE NÛ NE’

Osman got dewleta Tirk ji dema ku Şoreşa Rojava dest pê kirî û heta niha tim dijminatî li Rojava kiriye û tim hewl daye ku bi rêya çeteyan Şoreşa Rojava tine bike û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Serêkaniyê ,Cizîrê, Efrînê, Kobanê bi bîr xist. Osman got li gel van hemû êrîşan jî dewleta Tirk û çeteyên wê tim têk çûne, her ku têk çûne jî Şoreşa Rjava jihêla siyasî, îdarî, leşkeri ve, ji her qadê ve xwe geş kiriye û dewleta Tirk ev ji bo xwe mîna gefekê dîtiye.

Hevserokê Kantona Kobanê Osman got  êrîşên li ser Efrînê  ne nû ne, beriya niha jî êrîşên li ser Efrînê hebûn, wê demê çeteyan êrîş dianîn û niha jî dewleta Tirk êrîş aniye. Osman got, ‘’Bi tang û topan, bi çeteyên xwe yên şikestî, bi balafiran Efrîn kirine hedef. Ji bo destûra vê dagirkirinê bistînin jî li ber cîhanê jî tim ji ya xwe hate xwarê.’’

‘TIRKIYÊ, RÛSYA Û REJÎMÊ LI HEV KIR’

Osman bal kişande ser rola Rûsyayê ya di dagirkeriya Tirk de, ya li ser Efrînê û got, ‘Em hemû baş pê dizanin ku heke Rûsya destûr nedayê, dewleta Tirk nikarîbû balafirên xwe hilda ser qada hewayî ya Sûriyê. A ku destûra vê dayî û hevkarî kriî Rûsya bû. Rejîma Sûriyê, her çendî pir qels bûbe jî, ji bo ku ji hin deverên dî tiştinan jê bistîne gorîkirina Efrînê ji bo xwe rast dît. Lê Efrîn parçeyek ji Sûriyê ye. Beriya niha jî dema ku Cerablûs bi alayên Tirk hate xemilandin, li bara Tirkirina wê bêdeng ma û li deverên dî jî ji bo ku hin tiştan bi dest ve bîne xaka Sûriyêû gelên Sûriyê kire gorî. Tişta ku li Efrînê dibe encama bazara di navbeyna Rûsya, Tirkiye û rejîmê de ye. Heke rejîmê Efrînê ji bo Xûtaya Rojhilat û Idlibê nekira bazar dewleta Tirk wê nikarîbûya bi pêş ve biçe.’’

Osman bi domdarî got ev rewş jî nîşan dide ku sînorên ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn hatine xêzkirin êdî ti wateya xwe nemaye, hiqûqa navnetewî nayê berçavkirin.

‘NY LI BIRYARA XWE XWEDÎ DERNEKET’

Osman got li bara firotina xaka Sûriyê bêdengiyek heye, bal kişande ser biryara agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî û got biryarek stand lê li biryara xwe xwedî derneket.

‘DÎROK WÊ BERXEDANÊ BINIVÎSE’

Osman bazara li ser Bab, Cerablûs, Ezaz, Helbê û Efrînê da ber hev û got, ‘’li ser van  bazaran  reaksiyonên cuda hene. Gelê van deverên ku me navê wan da neçar man ku bazarê qebûl bikin. Lê gelê Efrînê û şervanên wê bi berxwedaniyeke mezin ev bazar qebûl nekirin û qebûl nakin. Dîrok wê vê berxwedanê binivîse û li ser vê berxwedanê wê berxwedanên dî geş bibin. ‘’

‘BI SED HEZARAN KOÇBER LI ŞEHBAYÊ BI ŞERTÊ DIJWAR DIJÎN’

Osman got li ser biryara Rêveberiya wan gelê Efrînê ji bajêr derketiye, nêzî 300 hezar derketine û piştî ku ji Efrînê derketine, gel li Şêrewa a Efrînê û Kantona Şehbayê bi cih bûne. Osman got li herêm Şehbayê bi  sed hezaran koçber dimînin gel bi rewşa dijwar e, li gelek malan 4-5 malbat bi hev re dimînin, pêdiviyên av, vexwarin, kin, paqijî û dermanan hene û heta niha ti alîkarî bi wan nehatiye kirin, Neteweyên Yeekbûyî ya ku îdîa dikir nahêlin ku Efrînî derkevin bêdeng e. Osman got, ‘’Ti saziya alîkariyê ya navnetewî alîkarî bi Efrînê re nekiriye. Bêberpirsyariyeke mezin heye. Ev gel bi salan e ku li dijî terorê şer dike lê li bara vî gelî bêberpirsyariyeke mezin heye.’’

Osman got rêveberiyên Efrînê û Şehbayê bi derfetên xwe hewl didin ku ji pêdiviyên gel re bibin bersiv lê talokeyên cidî hene Bi havînî re wê hewceyî bi avê çêbibe û got, ‘’Em li bende ne ku saziyên navnetewî ku heta niha peywira xwe  bi cih neanîne, ji niha û pê de peywira xwe bi cih bînin.’’

‘DIZ NIKARIN BIBIN NÛNERÊN GEL’

Osman bal kişande civîna li Dîlokê ya ku îdîda ew ê bibin ‘Rêveberiya Efrînê’ ya nû û got, ‘’Îro tên ku îdîa dikin nûnerên gelê Efrînê ne çeteyên dewleta Tirk in, sîxûrên MÎT’a Tirkan in. Ev Kurd jî bin, Ereb jî bin ,Tirk jî bin diz û çete ne.’’ Û got ên ku mal û milkê gel dizine, mirîşk û bizinê gel dizine nikarin bibin nûnerê gel; ‘’Ew ji çeteyan pê ve ne tiştekî dî ne. Ew bi salan e ji dewleta Tirk meaş distînin, tenê çete ne ku dewleta Tirk pariyek nan datîne ber wan. Ew parçeyek ji dagirkeriyê ne.’’

‘NEYÊN LÎSTIKÊ’

Osman her wiha bang li gel kir û got: ‘’Neyên lîstikê. Ji bo vegera li Efrînê bang li we dikin, guh nedin van bangan. Jixwe rêveberiya me û hêzên me yên parastinê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hate gotin Efrîn qadeke leşkeri ye û li wê dere heta ku dawî li dagirkeriyê were wê çalaki, şer, teqîn bidome.  YPG-YPJ bi zimanekî zelal got ew der qadeke leşkeri ye. Ti kesek ji ji derveyî xeta şehîdan nikare nûnera Efrînê bike.’’

‘ERDOGAN BI XEYALA OSMANIYAN E’

Osman li ser gefên Erdogan ên li ser Minbic û Til Rifatê got, Erdogan bi xeyala Osmaniya nû ye, hek ji dest were ne tenê Efrîn wê biçe Heleb, Mûsil û got ,’’Ev têkildarî peymana e. Ji ber ku êdî li holê hiqûqa navnetewî nemaye. Lê li dijî vê hêrseke mezin û berxwedaniyeke mezin a gel heye. Em bawer dikin ku berxwedan wê dawî li êrîşkariyê bîne.’’

‘JI BO WAN, ‘KURDÊ QENC Ê MIRÎ YE’

Hevserokê Kantona Efrînê Dr. Osman Şêx Îsa got, dewleta Tirk ji destpêka şoreşa  Rojava ve ji bo ku şoreşê tasfiye bike her cure rê ceribandiye, bi rêya çete, sîxuran hewl daye ku tevliheviyê bike lê piştî ku çete bi ser neketine dewleta Tirk bi xwe, xwe berdaye meydanê; ‘’Lê ne bi serê xwe hatiye. Bi desteka NATO û Rûsya hewldana dagirkeriyê da destpêkirin. Dewleta Tirk 7 salên dî ji bo Efrînê dagir bike haziriya xwe kir. Ji bo vê gelek tawîz dan.  Anîbû ber çavan ku hemû Tirkiyê bavêje nav êgir lê dîsa jî wê êrîş bianîna ser Efrînê. Gotineke Tirkan heye; ‘’Kurdê baş ê mirî ye’’. Ew ji bo ku Kurdan nebin xwedî mafekî hazir in ku her tiştê xwe feda bikin.’’