ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Alîna Sanches û Anna Campbell hatin bîranîn
Enternasyonalîstên ji Arjantîn û Îngilîstanê Alîna Sanches û Anna Campbell li bajarê Rimêlanê yê Rojavayê Kurdistanê bi merasîmeke girseyî hatin bîranîn. -
Rojnamegeriya Kurdî heta ku derê dibe bersiv?
Ew ê dûmanê çêdikin weke agirê pûş wê zû bişewitin û wê her ew kesên ku rast bi êş û azarên vî gelî diêşên bibîn in û bibin bersiv. -
'Me xwest modeleke nû ya çareseriyê pêşkêş bikin'
Endamê Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê û Serokê partiyê yê Helebê Mihemed Hecî işaret bi pêwîstiya sîstemeke nû ya ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê kir û got, partiya wan jî bi vê armancê ava bûye. -
Berxwedana Efrîniyan di nava şert û mercên giran de dewam dike
Gelê Efrînê ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar ma koç bike û li kampên li Şehbayê û xaniyên hilweşiyayî dimîne, di nava şert û mercên giran de li ber xwe dide. -
Cenazeyên şehîdên Efrînê hatin veşartin
Cenazeyê şervanên YPG’ê Bilind Şêxo (Alan Serêkaniyê) Ocalan Murad (Zinar Zagors) û Ehmed Efeş El Hemed ên di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bibûn bi merasîmekê li Serêkaniyê hatin veşartin. -
Agahî ji 2 jinên ku çeteyan li Efrînê revandine nayên girtin
Ti agahî ji 2 jinên beriya 12 rojan ji gundê Şêxutka yê girêdayî navçeya Mabata ya Efrînê ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatibûn revandin, nayê girtin. 4 jinên dema ku şer dom dikir nekarîn derkevin, hatibûn revandin. -
Cenazeyê şervanê Hêza Ewlehiya Hundirîn Elî spartin axê
Cenazeyê Endamê Hêza Ewlehiya Hundirîn a Reqa Mihemed Salîm Elî yê ku li herêma Mebûrka şehîd ketî li Reqa bi merasîmekê spartin axê. -
'Em rê nadin Osmaniya nû'
Platforma Bakûrê Sûriye ya ku bi tevlîbûna nûnerên civaka sivîl, partiyên siyasî û rûspiyên eşîretan ve bi daxuyaniyeke hevpar diyarkirin ku bi êrîşan re dewleta Tirk dixwaze Osmaniya nû pêk bîne û rê nadin vê. -
Rapora Efrînê: Tirkiye dixwaze vegere ser sînorên Mîsak-i Mîllî
Komîteya Amadekar a Platforma Bakurê Sûriyeyê li ser Efrînê rapor amade kir û diyar kir ku Tirkiye bi êrîşa li ser Efrînê re dixwaze vegerê ser sînorên Mîsak-i Mîllî. -
Platfrorma Bakurê Sûriyeyê li hev civiya
Platfroma Bakurê Sûriyeyê ji bo nîqaşkirina êrîşên dagirkeriyên yên dewleta Tirk bi ser Efrînê û rewşa gelê Efrînê li Hesekê li civiya. -
Dewleta Tirk bi ‘xenîmet’ê meaşê çeteyan da
Hate gotin MÎT’a Tirk ji çeteyan re, ku ew şandibûn ser Efrînê gotiye, ‘’Xenîmetên ku we ji Efrînê rakiriye têra we û salekê heye’ û van 2 mehên dawî meaş nedaye çeteyan û ji bo vê jî çete ji rewşê aciz bûne. -
Cenazeyên ciwanên ku artêşa Tirk qetilkirin hatin dîtin
Şervanên YPG/YPJ’ê cenazeyên ciwanên bi navê Mecîd Mihemed Xenamî (28) û Ebdulhadî Mihemed Xenamî (29) ên ku ji aliyê artêşa Tirk ve hatibûn qetilkirin, dîtin. -
Cenazeyê şehîda enternasyonalîst Çiya bi merasîmekê hate veşartin
Cenazeyê şervana YPJ’ê ya enternasyonalîst Lêgerîn Çiya ya bi merasîmekê ji aliyê welatiyên herêma Dêrikê ve li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hate veşartin. -
YCR û YJC’ê dewreyeke nû ya perwerdê dan destpêkirin
Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) û Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) li Akademiya Şehîd Demhat a YCRʹê dewreyeke perwerdeyê ya bi navê Şehîd Selîm Xelef dan destpêkirin. -
Şopên êşkenceya li welatiyên Efrînê tê kirin!
Dîmenên êşkenceya çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ya li welatiyê Efrînê yê bi navê Alî Îbrahî kirin derketin holê. -
Komên çekdar ên li kampa Yarmûkê teslîmî rejîmê bûn
Komên çekdar ên li kampa penaberan a Yarmûkê ya li nêzî paytexta Sûriye Şamê, ku Fîlîstînî lê dimînin, piştî bomberdûmana rejîmê teslîmiyet qebûl kirin. -
Çete ji Ezazê Til Rifat bombe dike
Çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker, ji aliyê Ezazê ve bi hewanan Til Rifat bombe dike. -
Li Minbicê tugaya leşkerî ya duyemîn hate avakirin
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, tugaya leşkerî ya duyemîn a bi navê Şehîd Ebdo Doşka ava kir. 250 şervan di tugayê de cih digirin. -
Li Şehbayê tendirustiya Efrîniyan di bin xetereyê de ye
Gelê Efrînê ji ber êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ji neçarî koçî Şehbayê kiribûn û li vê derê tendirustiya wan di bin xetereyê de ye. Zarok jî nav de gelek kesan ji şertên xerab jiyana xwe ji dest dan. -
Çeteyên ji Xota û Dûmayê hatin derxistin li Efrînê tên bicihkirin
Ji bo komên çete yên ji Xota û Dûma hatin derxistin, AFAD'ê li Efrînê kampek çêkir. Ajansa Mezopotamyayê dîmenê kampa ji bo çeteyan hatiye çêkirin kişand. -
10. Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê dewam dike
10. Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê dewam dike. Derhênerê navdar Ken Loach peyamek ji festîvalê re şand û festîval silav kir. -
Artêşa Tirk li ser sînorê Rojava ciwanekî din qetil kir
Artêşa Tirk a dagirker ciwanekî ji bajarê Reqayê yê ku dema dixwest ji bo kar derbasî Bakurê Kurdistanê bibe li ser sînor qetil kir û cenazeyê wî avêtin aliyê Rojavayê Kurdistanê. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Alan Hesekê spartin axê
Welatiyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanê YPG’ê Alan Hesekê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar spartin axê. -
Kujerê Omer Elûş ê girêdayî MÎT’ê hat girtin
Hêzên Ewlehiyê, kujerê Berpirsê Têkiliyên Giştî yê Meclîsa Sivîl a Reqayê Omer Elûş girt ê ku hatibû îspatkirin ji bo kuştinê MÎT’ê ferman daye. -
Êzidiyên li Efrînê bi soza berxwedanê Çarşema Sor pîroz kirin
Êzidiyên li Efrînê li kampa Berxwedan daxuyaniyek dan çapemeniyê û cejna Çarşema Sor pîroz kirin. Êzidiyan soza berxwedan û azadiyê dan.