Li Bilbilê çalakî: 4 leşker hatin kuştin, 3 birîndar bûn

Şervanên YPG/YPJ’ê li Bilbilê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî pêk anî. Di çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.

Berxwedana Serdemê ya şervanên YPG/YPJ’ê li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên artêşa Tirk a dagirker li Efrînê didome.

Îro piştî nîvro şervanên YPG/YPJ’ê li girê Mamê Gur a navçeya Bilbilê ya Efrînê li dijî tankeke artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xist.

Di çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.