'Zarokên min wê bi rûmetdarî mezin bibin û tola bavê xwe hilînin'

Doha hevsera endamekî asayîşa Efrînê ye ku di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû. Dibêje: "Min soz da hevserê xwe. Ez ê zarokên xwe bi rûmetdarî mezin bikim û wê tola bavê xwe hilînin."

Bi rojan e em dibine şahide jiyana Efrîniyên ji ber sedema dagirkeriya Tirk neçar man ku mal û milkê xwe berdin û werin herêma Şehbayê. Li herêma Şehbayê em tim ji bajarokekî diçine yeka dî, ji gundeki diçine gundeki dî.

Ernest Hemîngway digot,’’Mirov çi qasî nêzî eniya şer be mirov ew qasî mirovên xweşik nas dike’’. Bi rastî jî wiha ye. Heke ez bibêjim van 4-5 salên dawî gelek caran min ev dîtiye wê ne şaş be.

Li hêla dî şer hilweşîn û mirinê bi xwe re tîne, hişê însên têrê nake ku vê nas bike, bibîne û bijî. Lê her carê dibêjî, ‘’ji ber hurmeta wan mirovên xweşik’ ez vê jî ragirim û xwe qanih dikî…

Beriya bi sê rojan, derengiya şevê, bi hevalê xwe yê nûçegihan Nûrî Ednan re em ji bajarokê Til Rifatê yê Şehbayê ber bi bajarokê Kefernayê ve çûn. Hê beriya ku em ji bajarokê derkevin, li cihê benzînfiroşiyê, ya kevn û hilweşiyayî, me du jin dîtin û çend zarokên ku xwe bi wan ve jidandin.

Dema ku em çûne cem wan, me pê derxist ku li zarokan sar e û birçî ne û her wiha xuya dikir ku jin ditirsiyan. Ji van jinan yek jê bi zorê diaxivî.

Piştî çend pirsên kurt jina bi navê Doha Ibîş a ku ji ya dî degeltir bû dest bi vegotinê dike: ‘’Em ji Recoyê çûne Efrînê. Em ji wir jî çûne Til Rifatê lê gefan dixwin ku êrîşê bînin ser vir jî. Divê ez zarokên xwe xilas bikim, ji ber ku min sozek daye..’’

‘Min sozek daye..’ Min ev gotin li devereke hişê xwe qeyd kir û em dipirsin bê ka ew dixwazin biçine kûderê. Doha dibêje, ew nizanin bê ka ew ê bi kû ve biçin û cihekî ku biçinê jî nîn e.

Em çend têkberên li cem wan û wan li wesayitê siwar dikin. Ji bo ku em wan du malbatan jî bibin kampê bi rê dikevin. Doha dest bi çîroka xwe dike.

Doha dibêje, çar zarokên wê hene û di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk de, yên meha Sibahê hevserê wê, ku endamê asayişe bûye, şehîd bûye û jina li rex jî dişa hevserê wê ye û hevserê wê jî nexweş ketiye û miriye.

Car caran dengê çekan dihat û ji bo ku em bizanibin deng ji kû tê me cama wesayitê vedikir û dema ku me gotî Dohayê, ‘heke li te sar be dikarî camê bigirî’ bersivek da. Bersiva ku dayî dibe gotina dilê bi milyonan Kurd ya li dijî dewleta Tirk.

Doha got, ‘’Dema ku balafirên şer li hevserê min dayî ez çûme nexweşxanê. Şewitî bû, tenê hestiyên wî mabûn. Dema ku min destê xwe li ser singa wî danî, pir germ bû, berê gelek caran li min sar dibû, lê ji wê rojê ve dilê min weke agirekî ye û qet li min ne sar e.’’

Li ber van gotinan em matmayî man û wê kêliyê me careke din dît ku dewleta Tirk agir berdaye dilê Kurdan û ev agir wê ti carî venemire.

Piştî van gotinên Doha demeke dirêj her kes bêdeng bû. Û Doha dewam kir: "Piştî şehadeta hevserê min ez çûm cem hevalan. Û min ji wan xwest ku çekekê bidin min ji bo ku pê şer bikim. Lê qebûl nekirin..."

Em digihêjin kampê û Doha, dişa wê û 8 zarokên wê li konekî bicih dikin. Lê belê kon vala ye û betaniyeyeke wan jî nîne. Em diçin cem Heyva Sor a Kurd. Rayedar dibêjin wê rojê gelek malbat hatine kampê, wan hemû betanî belav kirine û tenê du betaniyeyê wan bi xwe mane û wan didin. Bi rastî jî betanî nîne.

Nûrî dibêje, li gundekî nêz xizmên wan hene û dibe ku hinek eşya dikare ji wan bigire. Em diçin wir, çend tiştan tînin û didin malbatê.

Duh em çûn kampê û me serdana Doha û zarokên wê kir. Hinekî xwe komî ser hev kirine. Doha diyar dike ku rêveberiya kampê navê wan nivîsî ye, alîkarî daye wan û dibêje, "Wê rojê rayedarên Rûsyayê hatin. Gotin ku wê alîkariyê belav bikin. Lê eger ez wan bibînim ez ê her du tiliyên xwe di çavê wan re rabikim. Ji ber wan ev tişt bi serê me ve hat. Bi destûra wan, balafiran hevserê min kuşt. Niha jî radibin dixwazin gunehê xwe efû bikin."

Doha li straneke ji dengê hevserê xwe guhdarî dike û çavên wê tijî girî dibe. Tînim bîra Doha ku wê rojê dema hatim ji min re got 'sozeke min heye' û jê dixwazim ku qala wê soza xwe bike.

Doha dibêje, "Dema ku çûm ser cenazeyê hevserê xwe, wê rojê min sozek da wî. Ez ê zarokên xwe bi rûmet mezin bikim û ji wan re qala bavê wan bikim. Zarokên min wê mezin bibin û tola bavê xwe hilînin."

Me careke din dît ku li dijî dewleta Tirk a ku dijminatiyê li Kurdan dike, di dilê Kurdan de wê agirê tolhildanê timî gur be.