Cenazeyê 8 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ spartin axê

Bi hezaran welatiyên Efrînê cenazeyê 8 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê bi merasîmeke bi heybet li navçeya Ehrezê spartin axê. Di merasîmê de nasnameya 11 şervanan jî hate eşkere kirin.

Girseya gel li pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajaroka Ehrezê kom bû, cenazeyê 8 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ wergirtin û ber bi goristana şehîdan a navçeyê ve bi rê ketin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin. Piştre Cîgirê Desteya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrînê Xelîl Ehmed, Hevserokê Meclîsa Kantona Efrînê Mistefa Hesen, birayê şehîd Birûsk Dilxwaz Welîd Elî û apê şehîd Elî Çîçek Ehmed Ebdo axivîn.

Axaftvanan diyar kirin ku girêdana bi axê re, hişt cangoriyên azadiyê ji bo parastina axa welatê xwe û destkeftiyên gelê xwe bedelên giran bidin û hate gotin ku serketin a gelê Efrîn û şervanên QSD’ê ye.

Di berdewama merasîmê de nasnameyên 11 şervanên QSDʹê ku di Berxwedana Serdemê de di demên cûda de şehîd bûne, hatin eşkerekirin.

Piştre cenazeyên 8 şehîdan bi dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Serdemê, biî berxwedana YPG/YPJ, QSD’ li goristanê hatin veşartin.

Nasnameya şehîdan wiha ye; Ehmed Teta, Himêdî Etîq, Ezîz Um Hoş, Elî Şêr, Ebû Fîdaa, Elî Şêx Kêf, Ebdulhemîd Elî (Birûsk Dilxwaz Şêrawa), Elî Mustefa Ebdo (Elî Çîçek).

Navên şehîdên ku nasnameyên wan hatin eşkerekirin jî wiha ne; Celal Seydo Qere Hesen, Mihemed Mihyedîn Ebdo, Demhat Sebrî Yûsif, Hisên Osman, Selam Bîlal, Mihemed Hisên Ebdo, Mihemed Misto (Dogan Cûdî), Mihemed Cimo (Delîl Zîlan), Dilovan Mustefa (Karwan Efrîn), Emîr Elî (Cûdî), Ehmed Ismaîl (Mîlîtan).