Yên ji Gûtayê hatin tehliyekirin, li Efrînê bi cih dikin!

Bi navbenykariya Tirkiyeyê komên selefî, çete û malbatên çeteyan yên ji Gûtaya Rojhilat hatin tehliyekirin, li Efrînê bi cih dikin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê endamên malbat û komên çeteyan yên wek El Nûsra, Ehrar El Şam û Feykel Rahman li malên Kurdan tên bicihkirin.

Bi navbeynkariya Tirkiyeyê, malbat û komên selefî yên ji Gûtaya Rojhilat hatin derxistin, li Efrîn tên bi cih kirin. Rejîma Sûriyeyê û Rûsya ya ku qada hewayî ya Efrînê ji Tirkiyeyê re vekirin, bi navbeynkariya Tirkiyeyê komên selefiyan ji Gûtaya Rojhilat derdixin. Endam û malbatên rêxistinên El Nusra, Ehrar El Şam û Feylek Rahman ên ji Gûtaya Rojhilat derxistin tînin li malên kurdan bi cih dikin. Komên nêzî hefteyekê ye ji herêmê tên derxistin, destpêkê wan dibin Îdlîbê û dûre jî dibin li Efrînê bi cih dikin. Li gorî çavkaniyên Rûsyayê nêzî 5 hezar kes ji Gûtayê hatine derxistin.   

  Wêneyên malbatên di bin kontrola rayedarên Rûsya, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê de hatin derxistin gehiştin ber destê Ajansa Mezopotamya (MA) yê. Malbatan, diyar kirin ku komên Ehrar El Şam ên malbatên anîn Efrînê, didin şer kirin. Malbatan, dan zanîn ku ji Gûtaya  Rojhilat malbatan tînin Îdlîbê û bi ser navçeya Cindirêsê re derbasî Efrînê dikin. Ev plan di çarçoveya hewldanên Rûsya û Tirkiyeyê ya ji bo guhertina demografiyayê tên kirin.

 Hat zanîn ku wê mafê komên ji Gûtaya Rojhilat anîn Efrînê û leşkerên artêşa Tirkiyeyê wê yek bin. Bi taybetî wê ji bo komên Ehrar El Şam ên li Efrînê didin şer kirin mûçe bê girêdan, tazmînatê bidin malbatên kesên dimirin. Ji bo di medyaya nêzî hikûmeta AKP’ê de jî, mijara mûçe û tazmînat dayînê tim tê ser ziman.