Li Xezeyê, li nêzî navenda alîkariyê 47 kes hatin kuştin
Rêxistina Parastina Sivîl a Şerîda Xezeyê ragihand ku li nêzî navendeke belavkirina alîkariyê ya li başûrê Fîlîstînê, di êrişa hêzên Îsraîlê de herî kêm 47 kes hatin kuştin.
Rêxistina Parastina Sivîl a Şerîda Xezeyê ragihand ku li nêzî navendeke belavkirina alîkariyê ya li başûrê Fîlîstînê, di êrişa hêzên Îsraîlê de herî kêm 47 kes hatin kuştin.
Berdevkê saziya alîkariyê Mahmûd Basal ji AFP'ê re axivî û diyar kir ku gule li hezaran Fîlîstîniyan hate reşandin ku sibeha Sêşemê li Xan Yûnisê ji bo alîkariyê li hev kom bûbûn.
Basal got, "Îsraîlê bi amûrên hewayî yên bêmirov gule reşand. Piştî çend deqeyan jî tankên Îsraîlê topbaran kirin."
Rayedar got, "Li vê derê gelek kes şehîd bûn, gelek jî birîndar bûn" û diyar kir ku herî kêm 47 kes mirin, 200 kes jî birîndar bûn.