ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir ê ku di ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê de şehîd bûbû. -
MSD: Li Sûriyeyê divê li dijî dagirkeran yekîtî hebe
Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk diyar kir ku ew erênî nêzî daxwaza hikumetê ya diyalogê dibin. MSD’ê got ku “Rêbazên leşkerî yên li Sûriyeyê dibe sedem ku parçebûn çêbibe. Hêzên dagirker çareseriyê asteng dikin û divê li dijî talukeyanyekitî pêk were.” -
Pêngava Bagera Cizîrê: 2 gundên din hatin rizgarkirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), gundên Şemas û Hîlweyê ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirin. -
YPG’ê nasnameya 3 şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 3 şervanên xwe eşkere kir ên ku li Dêrazorê şehîd bûbûn. -
Gundê Ebû Hamda hate rizgarkirin
Şervanên QSD’ê di qonaxa duyemin a Pêngava Bagera Cizîrê de gundê Ebû Hamda ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir. -
Wênegirê Tirkmen: Me ji Tirkan biparêzin
Îmad Mûsa yê Minbicî ku ji ber wênegirî dikir ketî lîsteya kuştinê ya DAÎŞ’ê got, ‘’DAÎŞ û leşkerên Tirk yek in. Em naxwazin dewleta Tirk êrîşê bîne ser jiyana me ya vir bi azadî’’. -
MÎT dixwaze li Minbicê tevlîheviyê çêbike
Dewleta Tirk bi rêya îstîxbarat, ajankirin û kontrayan hewl dide li Minbicê tevlîheviyê çêbike. -
DAIŞ’ê îro jî li rejîmê da: Di 3 hefteyan de 179 leşker mirin
Hate ragihandin ku di encama êrîşeke ya çeteyên DAIŞ’ê ya li başûrê Şamê de herî kêm 17 leşkerên rejîmê û milîsên Îranê hatine kuştin. Di nava 2 hefte û nîvên dawî de bi giştî 179 şervanên rejîmê ji aliyê çeteyan ve hatine kuştin. -
Cenazeyê endamê Asayişê Seyîd hate veşartin
Bi tevlîbûna sedan welatiyên Dirbêsiyê cenazeyê endamê Asayîşê Ebdulrehman Seyîd bi merasîmekê li Goristan Şehîd Rustem Cûdî hate veşartin. -
Gelê Minbicê: Em Tirkiyê naxwazin
Şandeya Koalîsyona Navnetewî bi gelê Minbicê û rêveberiya wê re rûnişt. Gel û endamên rêveberiyê gotin ew li Minbicê Tirkiyê naxwazin. -
Pêngava Bagera Cizîrê: 3 gund û 7 gundik hatin rizgarkirin
Şervanên QSD’ê ku li eniyên Holê û Şedadê bi pêş ve diçin, li nêzî bajarokê Dişîşê yê başûrêrojhilatê Hesekê 3 gund û 7 mezrik azad kirin. -
Li Minbicê çi dibe?
Di van demên dawî de Minbic dîsa bûye rojev. Bi taybetî piştî ku Wezîrên Karên Derve yên DYA û Tirkiyê li hev rûniştin, daxuyaniyeke hevpar dan û nexşerê par ve kirin. -
'Em ê bi rengekî azad vegerin Efrînê'
Ji Yekîtiya Êzidiyan Gulêcan Fer ku navenda wan ji aliyê artêşa Tirk ve hate teqandin, anî ziman ku dewleta Tirk bi zanebûn cih û warên dîrokî ji holê radike. Fer got, bi berxwedanê wê li Efrîna azad vegerin. -
Bagera Cizîrê: Gundê Murcan hate rizgarkirin
Pêşveçûna şervanên QSD’ê didome. Şervanan îro 8 kîlometre pêşve çûn û gundê Murcan rizgar kir. -
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Em spasiya YPG’ê dikin
Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker aramiya heremê binpê dike. Meclîsa Leşkerî a Minbicê spasiya hêzên YPG’ê jî kir. -
Bagera Cizîrê: QSD 8 kîlometre nêzî Dişîşa bûye
Li gundê El-Cibûr û El-Bûhesbûn ên bi ser Dişîşa di navbera şervanaên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî giran heye. Şervanên QSD'ê ji aliyê bakur ve 8 kîlometre nêzî Dişîşa bûne. -
Dagirkeran navenda Êzidiyan a li Efrînê teqandin
Dewleta Tirk a dagirker, navenda Yekîtiya Êzidiyan a li Efrînê teqand. -
Efrîn bi rengekî hovane tê talankirin
Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe, ji bo bê Kurd hiştina Efrînê, malên gel ên li navend û gundên Efrînê talan dikin. -
Şervanên QSD’ê êrîşa DAIŞ’ê ya li Reqayê têk bir
Êrîşa çeteyê DAIŞ’ê ya ji 4 kesan pêk dihat ku êrîşî nuqteyên hêzên QSD’ê yên li Reqayê dikirin, ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate şikandin. Di êrîşê de 3 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû. -
Bagera Cizîrê: Gundê Fekê hate rizgarkirin
Şervanên QSD’ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de li başûrê Hesekê 4 kîlometre pêşve çûn, gundê Fekê yê 15 kîlometre dikve başurê Şedadê û 3 gundik ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir. -
Pêngava Bagera Cizîrê ya QSD bi pêş ve diçe
Şervanên QSD’ê Pêngava Bagera Cizîrê ya ku ji nû ve dane destpêkirin bi pêş ve dibin. Şervan 4 kîlometre bi pêş ve çûn û 25 km ji bajarokê Dîşîşa re man. -
Bagera Cizîrê: QSD bi 4 kîlometreyên din bi pêş ve çû
Hêzên Sûriyeya Demokratî (QSD), di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de bi 4 kîlometreyên din bi pêş ve çûn. -
Li Girê Spî komeke çeteyan a MÎT’ê hate avakirin
MÎT a ku ji nav endamên DAÎŞ’ê komeke nû ya çeteyan ava kir dixwaze ev çete li Girê Spî li dijî rayedarên rêveber û endamên QSD’ê sûîkast û sabotajê bikin. -
QSD'ê dest bi pêngava paqijkirina gundewarên Hesekê kir
QSD'ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku wan dest bi pêngava parastina sînorê Iraq-Sûriyeyê, rizgarkirina bajarokê Dişîşa û gundên parêzgeha Hesekê kirine. -
Pêngava Bagera Cizîrê dîsa dest pê kir
QSD‘ê ji bo rizgarkirina gundewarên başûrê Hesekê ya ji çeteyên DAIŞ‘ê Pêngava Bagera Cizîrê dîsa destpêkirin.