MSD: Li Sûriyeyê divê li dijî dagirkeran yekîtî hebe

Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk diyar kir ku ew erênî nêzî daxwaza hikumetê ya diyalogê dibin. MSD’ê got ku “Rêbazên leşkerî yên li Sûriyeyê dibe sedem ku parçebûn çêbibe. Hêzên dagirker çareseriyê asteng dikin û divê li dijî talukeyanyekitî pêk were.”

Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk têkildarî rewşa dawîn a Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk (MSD) wiha ye;

“Heşt sal di ser şoreşa Sûriyeyê re derbas bû û ji ber hewldanên çareseriya leşkerî gelek encamên metirsîdar derketin û rewşa radîkalbûnê û parçebûna civaka Sûriyeyê zêde bû. Nemaze koçberkirin, guhertina demografîk û destwerdanên hêzên derve hişt ku lihevhatinên di navbera aliyên Sûriyeyê de tune bibin.

‘LI DIJÎ TALUKEYAN YEKÎTÎ...’

Atmosfêra radîkalbûnê geş bû û komên terorîst hatin avakirin û rojane kiryarên xwe li dijî hemû pêkhateyên Sûriyeyê dane meşandin. Êdî eşkere ye ku berxwedana li dijî vê diyardeyê gava yekemîn ber bi çareseriya Sûriyeyê ve ye. Ev gava li hemberî vê metirsiyê yekîtî ye, nemaze ji ber ku ev diyarde çarenûsa welat û paşeroja wê têk dibe. Lê razemenîkirina di vê mijarê de û dijberiyên di navbera aliyên aloziyê de hişt ku teror geş bibe û çareseriya siyasî lawaz bibe.

‘DAGIRKERAN PARÇEBÛN SEPANDIN’

Destwerdana hêzên derve ti çareserî ji aloziya Sûriyeyê re peyda nekir û rijandina xwîna welatiyên Sûriyeyê berdewam bû, tevî ku hin dewletan îdîa kirin ku wê aloziyê çareser bikin û şer bi dawî bikin. Sûriye ji aliyê Koma Astana ve weke herêmên serweriyê hate parçekirin, guhertina demografîk dane meşandin û hin herêmên ku di giştî aloziya Sûriyeyê de aram bûn, têk birin. Herêma Efrînê ku bi aramî dijiya û pêşwaziya koçberan dikir, bi hevpeymanekê û komployên veşartî hate dagirkirin û yekîtiya axa Sûriyeyê xistin metirsiyê. Dagirkerên li Efrînê jî parçebûnê diçespînin û cûdahiyê li ser bingehên mezhebî û nijadperestî dixin nava pêkhateyên civakê.

Aliyên Sûriyeyê nas kirin ku ne pêkan e çareserî bi rêbazên leşkerî pêk were û danûstandinên bi riya navbênkaran ti encaman bi xwe re nîne. Aliyên destwerdanê dikin jî li gorî berjewendiyên xwe alîkariya aliyekî ji van aliyan dikin, ji ber vê yekê divê çareseriya siyasî di navbera aliyên Sûriyeyê de bi awayekî rasterast esas bête destgirtin, da ku gelê Sûriyeyê bikaribe çarenûsa xwe dûrî destwerdanên derve diyar bike û rê li pêşiya parçekirina welat û razemenîkirina aloziya wê bigire.

Di vê çarçoveyê de û ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê rêbazekî cûdayî herêmên din ên Sûriyeyê dane meşandin. Pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê xeta sêyemîn di aloziyê de esas girtin û ji bo herêmên xwe ji şer û wêranê dûr bixînin xwebirêxistin kirin û rêveberiya xwe ya xweser ava kirin. Pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê bi vê yekê karibûn aramiyê li herêmên xwe biparêzin û binesaziya herêmê biparêzin û aboriya xwe û rewşa civakên xwe pêş bixînin. Her wiha projeyên damezirîner ên avakirina sîstemeke demokratîk, piralî û nenavendî diyar kirin û bingeha avakirina Sûriyeya nû deynin.

‘HETA KU HEVKARÎ ÇÊNEBE ÇARESERÎ JÎ NABE’

Em weke Meclîsa Sûriya Demokratîk ji dema hatiye damezrandin û heta îro, hewldanên me ji bo diyalogê berdewam in. Ji destpêkê ve nêrîna me ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê ew e ku tenê bi diyalogê çareser dibe. Di vê derbarê de em rastî çavbirçîbûna hin aliyan dihatin ku çareseriya leşkerî esas digirtin û daxwazên pêkhateyan ji aliyê rêjîma Sûriyeyê ve dihatin paşguhkirin.  Her wiha paşguhkirina çareseriya demokratîk û israra mayîndina desthilatdariyê berdewam bû û ji hêzên civakî dixwaze ku xwe radestî siyasetên rejîmê bikin an jî li hemberî şerekî leşkerî rû bi rû bimînin.

Me xwe bi van gefxwarinan re mijûl nekir û me ji bo şerê li dijî terorê xebatên xwe dane meşandin û herêmên ku rêjîmê ji terorê re vala kiribûn, me ew rizgar kirin. Dema ku hikûmeta Sûriyeyê daxuyaniya vekirina deriyê danûstandinan da, me bê dudilî û tavilê ev helwesta hikûmetê qebûl kir. Me daxuyaniyên hikûmetê yên ber bi hevdîtinên di navbera aliyên Sûriyeyê de erênî şîrove kirin, da ku derfeteke nû were peydakirin û guhertineke ber bi rawestandina lehiya xwîna welatiyên Sûriyeyê ve pêk were û xebatên peydakirina aramiyê û jinûve avakirinê bêne destpêkirin. Em hêvîdar in rêbazekî lihevkirinê were peydakirin da ku hemû nûnerên gel li hev bicivin û ji siyasetên yekalî û tunekirinê were dûrketin. Çareseriya Sûriyeyê bêyî hevgirtina hemû aliyên Sûriyeyê temam nabe da ku Sûriyeke demokratîk li gorî destûreke ku hemû alî tê de di erk û peywiran de weke hevdu bin."