MÎT dixwaze li Minbicê tevlîheviyê çêbike

Dewleta Tirk bi rêya îstîxbarat, ajankirin û kontrayan hewl dide li Minbicê tevlîheviyê çêbike.

Dewleta Tirk bi destê çeteyên berê yên DAÎŞ'ê û OSO li nava Minbicê karê sîxurî û kontra dike.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, dewleta Tirk hejmara bendên xwe yên çavdêriyê yên li dora Minbicê û sîxurên xwe yên li gundan zêde dike. Nêzî 400 dolar pere dide sîxuran. Li herêmên nêzî Minbicê kampan çêdike û bi alên OSO vê yekê vedişêre.

ODEYÊN ÇALAKÎ Û ÎSTÎXBARATÊ

Dewleta Tirk a dagirker, ji bo agahiyên taybet ji bajêr bigire, li cihekî bi 2 kîlometreyan dûrî gundê Mihsenli yê li bakurê Minbicê odeya çavdêrî û çalakiyê ava kir. Çeteyên Tirk roja 3'ê Gulanê êrîş biribûn ser gundê Mihsenli yê Minbicê û ev êrîşa wan hatibû şikandin.

Wekî din, li Til Tihîn ê li nêzî Qibesîn a Babê, biryageha leşkerî ya dewleta Tirk ev demeke weke odeya îstîxbaratê ya li dijî Minbicê tê bikaranîn.

Karê kontra yê li dijî Minbicê bi rengekî koordîneyî ji aliyê van her du odeyan ve tên birevebirin.

KARÊ KONTRA YÊ MÎT'Ê

Karê kontra yê li dijî Minbicê, ku dewleta Tirk bi plansaziya MÎT'ê û bi navbeynkariya hin tetîkkêşan dike, ne karekî nû ye. Ji roja rizgarkirina Minbicê û vir ve karê kontra dike. Di vê mijarê de bi çeteyên bi navê 'Mertala Firatê' ku ji bermahiyên DAÎŞ'ê pêk tên, karê îstîxbaratî û kontra dike. Ji çalakiyên sûîqest û sabotajê yên li dijî rêveberên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê heta teqandina bombeyên deng û wesayitên bombebarkirî hewl dide aramiya bajêr xera bike û gel bitirsîne.

HEWL DIDE FITNE Û FESADIYÊ BIXE NAVA GEL

Yek ji karên ku dewleta Tirk heta niha gelekî giraniyê dide ser ew e, ku bi rêya hucreyên xwe yên çete yên li nava bajêr, fitne û fesadiyê bixe nava Kurd, Ereb, Çerkez, Tirkmen û Ermeniyên li bajêr. Bi taybetî hewl dide gelê Ereb bi kar bîne û bike ku li dijî Rêveberiya Sivîl a Minbicê rabe ser piyan. Bi gotina 'Rêveberî di destê Kurdan de ye' dewleta Tirk hewl dide di navbera Kurd û Ereban de şer derxîne. Lê belê gelê Ereb û gelên Minbicê ku sîstema xwerêveberiyê baş nas dikin, guh nadin vê propagandayê.

PIRANIYA ENDAMÊN RÊVEBERIYÊ JI GELÊ EREB E

Gelên Ereb, Kurd, Çerkez, Tirkmen û Ermenî ku bi Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê xwe bi rê ve dibin, li gorî nifûsa xwe di xwerêveberiyê de tên temsîlkirin. Li Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê ku ji 132 kesan pêk tê, 71 jê Ereb in, 41 Kurd, 10 Tirkmen, 8 Çerkez û nûnerek jî Ermenî ye.

GELÊ EREB TI CARÎ ÇETEYÊN OSO/DAÎŞ Û XWEDIYÊ WAN, TIRKIYEYÊ NAXWAZE

Tevî hemû hewldanên dewleta Tirk jî 90 ji sedî yê gelê Minbicê ji xwerêveberiyê kêfxweş in. Gelê Ereb ku rastiya OSO û DAÎŞ'ê ji nê ve dît, ti carî OSO û DAÎŞ'ê, bi taybetî jî Tirkiyeyê ku xwediyê van çeteyan e, naxwaze. Haya gelê Minbicê ji rastiya dewleta Tirk û çeteyên wê heye.