Bagera Cizîrê: QSD 8 kîlometre nêzî Dişîşa bûye

Li gundê El-Cibûr û El-Bûhesbûn ên bi ser Dişîşa di navbera şervanaên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî giran heye. Şervanên QSD'ê ji aliyê bakur ve 8 kîlometre nêzî Dişîşa bûne.

Pêngava Bagera Cizîrê ya ji bo rizgarkirina bajaroka Dişîşa ya li başûr-rojhilatê Hesekê û parastina ewlekariya sînorê Sûriyê û Îraqê ku sê roj berê careke din hate destpêkirin, bi hemû hêza xwe didome û şervan bi pêş ve diçin

QSD NÊZÎ DIŞÎŞA BÛYE

Li gundê El-Cibûr û El-Bûhesbûn ên bi ser Dişîşa di navbera şervanaên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî giran heyE. Çeteyên DAIŞ'ê ji gundê El-Cibûr û El-Bûhesen êrîşî noqteyên QSD'ê yên 3 kîlometreyan dûrî wan gundan e dikirin. Çeteyan bi motorsiklêtên bombebarkirî û erebeyan êrîş pêk anî. Li ser vê yekê hêzên QSD'ê bi çekên giran bersiva da û çete neçar man paş de vegerin.

Di heman demê de şervanên QSD'ê li eniya bakur 8 kîlometreyan nêzî bajaroka Dişîşa bûne, bi vê yekê jî di navbera şervanên QSD'ê û sînorê Iraqê de tenê 13 kîlometre maye. Şervanên QSD'ê li gundên El-Hêb û El-Meruf ên devera Kibîba jî bi pêş ve çûn.

Şervanê QSD'ê Qusey Salih El-Şamî derbarê pêngavê de got ku ew pêngava Bagera Cizîrê ber bi bajaroka Dişîşa ya li nêzî sînorê Sûriyê û Îraqê ye didomînfin û ev tişt anî ziman: "Şerên giran di navbera me û çeteyên DAIŞ'ê de rû dan. Me derdora devera Kibîba ya nefit lê heye ji çeteyan rizgar kiriye."

El-Şamî di dawiya axaftina xwe de jî destnîşan kir ku wan hejmarek gundên derdora devera Kebîba ji wan jî gundên El-Hêb û Merûf ji çeteyan rizgar kirine û ev tişt anî ziman: "Çeteyên DAIŞ'ê li gundên Til El-Çayîr, El-Kaziye û Tahûniyet El-Baş ên li derdora bajaroka Dişîşa mane. Em dikarin bêjin ku çeteyan îradeya xwe winda kirine. Dema em bi wan re dikevin şer direvin. Niha cihê herî nêzîk ên çeteyan gundên navborî ne. Di herdû rojên derbasbûyî de me gundên derdora devera El-Kibîba ji çeteyan rizgar kirin. Çete bi riya erebeyên bombebarkirî dixwazin pêşketina me rawestînin. "