DAIŞ’ê îro jî li rejîmê da: Di 3 hefteyan de 179 leşker mirin

Hate ragihandin ku di encama êrîşeke ya çeteyên DAIŞ’ê ya li başûrê Şamê de herî kêm 17 leşkerên rejîmê û milîsên Îranê hatine kuştin. Di nava 2 hefte û nîvên dawî de bi giştî 179 şervanên rejîmê ji aliyê çeteyan ve hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriye (SOHR) ku navenda wê li Londonê ye, çeteyên DAIŞ’ê li parêzgeha Sûveyda ya dikeve aliyê herî başûrê welat êrîşî hêzên rejîmê kirine. Di şer de 6 leşkerên rejîma Sûriye û 9 milîsên alîgirên rejîmê jî di nav de bi giştî 17 kes hatine kuştin.

SOHR di daxuyaniya xwe de diyar kir ku êrîş li çola Sûveyda yê pêk hatiye, li gorî vê ji 22’ê Gulanê û vir ve di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li herêmê dom dikin de, hêzên hewayî yên Rûs destek nedaye rejîmê.

Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê, li gel êrîşa îro rû dayî, di êrîşên çeteyê DAIŞ’ê yên 17 rojên dawî de hejmara leşker û milîsên girêdayî rejîmê gihiştin 179’an. Di şer de heta niha 89 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.

Hate diyarkirin ku çeteyan li Sûveydayê îro 4 jîngeh kirine dibin kontrola xwe de. Çeteyê DIAŞ’ê Yekşema borî jî di êrîşa li herêma nêzî sînorê Iraq û Dêra Zorê de ji rejîmê 4 cih dagirkiribû, piştre hatibû ragihandin ku ji van 3 ji aliyê rejîmê ve hatibû rizgarkirin.