Pêngava Bagera Cizîrê: 2 gundên din hatin rizgarkirin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), gundên Şemas û Hîlweyê ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirin.

Pêngava Bagera Cizîrê ya QSD'ê ku ji bo paqijkirina başûrê Hesekê dest pê kir, dewam dike. Şervanên QSD'ê her bi pêş diçin.

Piştî şerekî dijwar, şervanên QSD'ê gundên Şemas û Hîlwe yên bi 18 kîlometreyan li rojhilatê Şedadê ne roja 9'ê Hezîranê rizgar kirin.

QSD'ê li gundên hatin rizgarkirin dest bi paqijkirina ji bermayiyên çeteyên DAÎŞ'ê kir.