Li Minbicê çi dibe?

Di van demên dawî de Minbic dîsa bûye rojev. Bi taybetî piştî ku Wezîrên Karên Derve yên DYA û Tirkiyê li hev rûniştin, daxuyaniyeke hevpar dan û nexşerê par ve kirin.

Di van demên dawî de Minbic dîsa bûye rojev. Bi taybetî piştî ku Wezîrên Karên Derve yên DYA û Tirkiyê li hev rûniştin, daxuyaniyeke hevpar dan û nexşerê par ve kirin.Çapemeniya Tirk ev mîna serkeftinekê nîşan da. Ya DYA’yê jî ev weke rewşeke jirêzê da. YPG jî bi daxuyaniyekê diyar kir wan şêwirmendên xwe yên leşkerî ji Minbicê kişandine. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî bi daxuyaniyeke çapemeniyê rewşa dawî bi raya giştî re par ve kir.

Me ji Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şerwan Derwîş pirsî ku niha li Minbicê çi dibe. Derwîş got: ‘’Niha li Minbicê qonaxeke nazik heye. Piştî ku YPG şêwirmendiyên xwe kişandin niha tenê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li Minbicê heye. Jixwe peywira me ya sereke ew e ku em aramî û ewlehiya Minbicê sazkar bikin û sînorên wê biparêzin. Lê Tirkiye her carê dixwaze tevlîheviyan bike lê em rê nadin vê. Bi hevkarên xwe yên koalîsyonê re her gav dan û standina me hene da ku Minbic aramtir bibe . Hewldana me ew e ku em ji bo Minbicê hevkariyê bikin.’’

Em li kolanên Minbicê, ku Minbic bi bazirganiya xwe tê naskirin geriyan. Gel pêdiviyên xwe dabîn dikir. Ebdulrezq Casim tiştên ku kiribûn li erebeya xwe siwar dikir, dema ku me jê re got Minbicê di rojevê de ye li me zivîrî û got, ‘’Haya min ji tiştekî tine. Lê ez fêhm nakim bê ka çima Tirkiye gefê li me dixwe.’’

Casim dema ku tiştên ku kirîn li erebeya xwe bar dikir wiha domand: ‘’Em hemû dizanin ku rewşa Cerablûs û Babê pir kambax e. Kes nikare bi aramî li mala xwe razê. Dizî û talan e. Serê çend rojan komên çekdar şerê hev dikin. Em naxwazin Minbic jî wiha bibe.’’

Li gorî me şopandî rojên pêş rewş wê zelal bibe. Derwîş teqez kir ku wê guhartin çênebin û diyar kir, ew zarokên Minbicê ne û dizanin bê ka çi di berjewendiya Minbicê de ye û çi ne di berjewendiya Minbicê de ye.